Li dijî faşîzmê em jin hene, li her deverê ne!

Tevgera Jin a Kurd a Ewropayê 8’ê Adarê li qadan li dijî faşîzmê û dîktatoriya yek zilamî, li dijî tundî û mêtingeriyê wê bibêje, ‘NA’.

Tevgera Jin a Kurd a Ewropayê (TJKE-E) ji ber sedema 8’ê Adarê Roja Kedkarên Jin ên Dinyayê daxuyaniyek belav kir.

TJK-E’yê ji Rosa ta bi Sarayan hemû jinên şoreşger ên avakar û domdarên dîroka berxwedanê ya jinê slav kir û got, ‘’Bi şanaziya ku em endamên tevgera Jinê ya Kurd ku çespandiye şoreşa jinê ne utopya ye em 8’ê Adarê slav dikin’’

Têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî got, ‘’ Em sonda xwe ya bi Rêber Apo re dubare dikin ku hêza wateyê daye me, hemû gavên me yên derbarê xweparastinê, rêxistinbûnê, avakirina sîstemê destek kirî, sînorên me yên azadî her roj bêhtir berfirehtir kirî, bi me re bûye ‘hevrê’.

 ‘EM Ê PARASTINA GEWHERÎ YA KU TÊKÇÛNÊ NIZANE AVA BIKIN’

Sîstema zilam-serweriyê dinya mehkûmî şer, krîzên aborî, xirabûna hevsenga aborî, demokrasiyeke ketî kiriye û bi vî awayî civak ji hev feşkilandiye. Li gel vê jî rihê zemên ji bo azadiyê bang li me dike. Em di wê bîr û baweriyê de ne ku tekane rêya xilasiya ji vê krîzê ew e ku her kêlî divê bi azadiyê were neqişandin û veguhere afirîneriyê. Em pê dizanin ku divê bêhtir em xwe bi rêk û pêk bikin, têbikoşin, li ber xwe bidin, xweparastinê zexm bikin, bîrewer bibin.

Em bi vê hayjêhebûnê 8’ê Adara 2017’an pêşwazî bikin. Em ê ji wê çespandina Rêber Apo  ku digot, ‘’jina ku bi dilnermiya zilêm  ve maye neçarî têkçûnê ye’ bi rê bikevin û em ê pêngava xwe ya komînbûn û meclîsbûnê ku şaneyên sîstema konfederal a jinê ne pêk bînin û xwe birêxistin bikin. Bi hînkariya şervanên jin ên ku li Kobanê, Şengalê li dijî DAIŞ’ê dema ku li ber xwe didan, bi şerê xwe yê wêrek, afirîner, estetîkî kirin ku em hijmatkarê wan bin, em ê sîstema xweparastinê bêhtir qeyîm bikin. Qeyîmkirina vê sîstemê pêdiviya sonda me ye, ku me dayî bebika Mîray a 3 mehî ya li Cizîrê, ya ji bo dayika Taybet a 57 salî ku cenazeyê wê 7 rojan li kuçeyê hate hiştin, ya ji bo Emîne Çagirga ku ji ber sedema qedexeya derketina derve nikarîbû keça xwe Cemîle Cagirga veşêre û bi rojan di dolaba cemidandinê bihêle.

‘LI DIJÎ FAŞÎZMA AKP’Ê EM Ê DI SIYASETÊ DE JINÊ XURT BIKIN’

Di daxuyaniyê de behsa betalkirina wekîltiya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag hate kirin û wiha hate gotin: ‘’ Li dijî faşîzma AKP’ê ku operasyonên qirkirina siyasî pêşî li ser jinên siyasetmedar, hevşaredaran dayî destpêkirin niha jî anîne wê rewşê ku wekîltiya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag xistine, em ê hebûna jinan a di siyasetê de xurt bikin. Em ê weke hevrêyên xwe Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar bi civakê re polîtîkayê bikin û hêza xwe ji civakê bistînin. Ti hêz  wê nikaribe me ji rêya heqîqetê dûr bixe. Em ê bi berxwedana xwe hesabê kavilkirina faşîzma AKP’ê ya ku li Sûrê, Cizîrê, Nisêbînê pêk aniye bipirsin, em ê birîna gelê xwe bi hêza xwe ya gewherî bipêçin. 


 ‘EM Ê JI REJÎMA XÎLAFETÊ RE BIBÊJIN ÊDÎ BES E’

TJK-E’yê diyar kir ku di pêvajoya referandûmê de ji bo ku ‘NA’yê li nav civakê berbelav bikin ew ê di nav hewldana de bin û wiha domand: ‘’

Em kooperetîfbûna jinê xurt bikin, em ê xwe bispêrin hêza xwe. Di çalakiyên xwe de em ê hêza mezin a hêza gewherî û biryardarî nîşan bidin. Par çawa me kir ku yasaya xwe ya ku dixwestin ya tecawîz lê bûyî bi tecawîzkar re bidin zewicandin, bi paş ve bikişînin, em ê ji vê rejîma xîlafetê re ya ku dijminê jinê ye bibêjin êdî bes e. Em ê ‘’NA’yê ku serheviya redkirinên jinan e li civakê belav bikin. Em ê bi çalakiyên xwe daxwazên ‘yek’bûnê ‘zilambûn’ê di gewriya wan de bihêlin!!’’

Li dijî şêwazên hişmendiyê û avaniyên zanînê yên bi rengê hişmendiya zilam serweriyê û rêbazên wê, hişê civakê ko dikin em ê bi aqilê jinê rawestin. Ji bo vê jî em ê jineolojiyê ku tora zanînê ya jinê ye weke amûra sereke ya ronakîbûna jinê bibînin. Di rêwîtiya ‘Xwebûn’’ê de wê bibe rêbera me yê herî xurt.

‘NA’

Tenê ne li Kurdistanê li hemû dinyayê tekana rêya rawestandina li dijî sîstema zilam-serwer a dijminê jinê, li dijî van polîtîkayan û êrîşan  yekbûna berxwedana aqilê jinê, rêxistiniya wê û berxwedana wê ye. Bi hêza mezin a hevgirtina jinê e mê modernîteya kapîtalîst a ku perestgeha zilam-serweriyê hilweşînin. Em ê sîstemên dewletxwaz, çînayetî û serwerîxwaziyê bi modernîteya demokratîk a ku xwe dispêrê azadiya jinê lewaz bikin.

Em jin ne behsa pêkhatina xewnekê dikin lê behsa jiyaneke azad dikin a ku di kêliyên afirandinê de veşartî ne û xwemalî me ne. Ji bo vê jî em ê her gavê bikin sedema têkoşînê, her roja xwe bi rihê 8’ê Adarê pêşwazî bikin. Li dijî wan ên ku dixwazin li ser nasname, jinbûna me, aqil û bedena me serweriya xwe deynin em ê bi ‘Xwebûn’ê bibin bersiv.

Em li djî faşîzmê û dîktatoriya yek-zilamî, li dijî tundî û mêtingeriyê dibêjin ‘NA’. Jin wê bi berxwedana xwe azad bibe. ‘’