Li Danîmarkayê yekemîn mizgefta ku tenê jin bi rê ve dibin

Li Danîmarkayê di mizgeftê de ku 6 meh berê vekirina wê hatibû ragihandin û tenê ji jinan re vekiriye, cara yekem ew nimêj hate kirin ku jin tevlî bûn û ji mêran re qedexe bû.

Li mizgefta ku li paytext Kopenhagê di daîreyek apartmanekê de hatiye vekirin, beriya niha jinekê fikra nimêjek ku ji her kesî re vekiriye dikir, lê hate ragihandin ku piştre dest ji vî fikrê xwe berdaye.

Ji damezrînerên mizgefta jinê ya wek projeyek ‘Îslamî Femînîst’ dihat fikrîn, Sherîn Khankan got nêzî 60 jinî tevlî nimêja destpêkê bûne. Mele Salîha Marîe Fetteh weaz da jinan li mizgeftê.

Ji damezrînerên mizgefta jinê Sherîn Khankan, got bi xwe perwerdeya meletiyê dîtiye û di serî de plan kirine ku jin û mêr li pey meleyek jin nimêj bikin. Khankan diyar kir ku piştre ‘li ser daxwaza cemaata wan’, biryara nimêja tenê jin tevlî dibe û weazê dane.

Projeyê kiribû armanc ku li Danîmarkayê mafê jinên Misilman biparêze û li welêt pêşî li dijberiya Misilmantiyê bigire. Lê, hin hiqûqnas dibêjin ku ‘li welatekî mîna Danîmarka ne têrker e’ ku meleyek jin li şûna cemaatek giştî tenê weazê bide jinan.

Danîmarka, di mijara wekheviya jin-mêr de yek ji welatên pêşeng ê Ewropayê ye.