Li Bordeaûxê panela 25'ê Mijdarê

Li bajarê Fransa Bordeaûxê, di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de panelek hat lidarxistin.

Li bajarê Fransa Bordeaûxê, di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de panelek hat lidarxistin.

Panel li Navenda Çanda Elewiyan a Bordeaûxê pêk hat û Hevseroka Yekîtiya Jinên Sosyalîst Şaxê Ewropayê Esra Demîr weke qiseker beşdar bû.

Panel bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Xwişkên Mîrabel û hemû jinên ji ber şîdetê jiyana xwe ji dest dane, destpê kir.

Li dû axaftina vekirinê û nîşandana dokûmantera li ser wateya rojê, Esra Demîr mafê axaftinê wergirt û got, "Mixabin, dîroka têkoşîna jinê weke dîroka komkujiyê tê pênasekirin. Jinên ku li dijî dîktatoran, li hemberî sîstema serdest a mêr û mêtîngeran helwest nîşan dan, li ber xwe dan û têkoşiyan, rastî şîdeta zayendî û komkujiyan hatin." Demîr da xuyakirin ku şîdet bi tenê fîzîkî nîne, aliyên xwe yên ekonomîk, psîkolojîk, zext û destavêtinê hene.

Demîr, têkoşîna jinan a li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navînv egto û şerê YPJ'ê yê li dijî çeteyên DAIŞ'ê mînak nîşan da.

Di panelê de gelek mijarên weke "rewşa jinên Êzidî, di hilbijartinên 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê de cihgirtina jinan, jinên koçber û penaber, tore, civak û namûs' hatin nirxandin. Esra Demîr li ser van mijaran, bersiv da pirsên beşdaran.

Demîr herî dawî bal kişand ser girîngiya xweparastinê û rê û rêbazên têkoşîna li hemberî şîdeta mêr vegot.

...