Li Awûstûryayê hilbijartinên serokkomariyê wê werin nûkirin

Li Awûstûryayê hilbijartinên serokkomariyê ku di 22’yê Gulanê de pêk hatibû û Alexander Van Bellen bi ser ketibû, hate betalkirin.

Dadgeha Destûrê bi hinceta ku di tûra duyêm a hilbijartinê de di hin sendoqan de nelirêtî bûne, ku di encamê de rastgirên radîkal têk çibûn û xwestibûn hilbijartin ji nû ve çêbibe, hikum da ku hilbijartin were nûkirin.

Di biryara dadgehê de hate diyarkirin, bi taybetî jî di hijmara dengan de ku ji derdora 14 herêmên ku bi nameyan hatibûn şandin, nelirêtiyek heye. Dagehê biryar da ku tenê bi nameyan ne pêkan e ku deng werin nûkirin û biryar da ku tûra duyem a hilbijartinê ji nû ve were kirin.

Di tûra duyêm a hilbijartinê de berendamê rastgir Norbert Hofer di dengên ku di sendoqên ku li derdora hilbijartinê de bi ferqeke zêde yekemîn derketibû, lê di jimartina 900 hezar dengên ku bi nameyan hatibûn bikaranîn bi 30 hezar ferqî di hilbijartinê de têk çibû.

Bi îtîraza rastgirên radîkal a Partiya Azadiyan a Awûstûrya(FPÖ) ku piştevanê Hofer bû, îdîa hatibû kirin ku ji 117 derdorên hilbijartinan di 94’an de nelirêtî û hîle hatine kirin.