Li Amed û Îzmîrê 2 jin hatin qetilkirin

Li Amedê jinek ji aliyê hevserê xwe yê ku di pêvajoya hevberdanê de bû û li Îzmîrê jî jinek ji aliyê zilamekî ku demekê jê veqetiyabû ve hatin qetilkirin.

Li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê zilamê bi navê E.T. hevjîna xwe ya bi navê Şûle A.T (21) bi kêrê qetil kir.

Cenazeyê jinê ji bo otopsiyê birin Saziya Tiba Edlî.

E. T. 20 deqe piştî cînayetê li navçeya Rezanê hat destgîrkirin û hat girtin.

Li navçeya Karabağlar a Îzmîrê jinek li nava kolanê ji aliyê zilamê ku pê re zewicî bû û ev demek bû ji hev cuda dijiyan ve hat qetilkirin.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin dema Nûrel Turkmen li nêzî mala xwe dimeşiya rastê Ş.T. hatiye.

Di vê navberê de Ş.T bi kêrê êrîşî Nûrel Turkmen kir.

Turkmenê ku bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Ataturkê, li wir jiyana xwe ji dest da.

Kiryar Ş.T. li cihê bûyerê hat destgîrkirin û hat girtin.