Li 5 navenda çalakiya edaletê

Bi boneya doza 3 jinên şoreşger ên Kurd ku di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, li bajarên Bruksel, Montpeîller, Mîlano, Frankfûrt û Den Haagê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.

BRUKSEL

Li paytexta Belçîka Brukselê di pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan ên Ewropa (TJK-E) û Ciwanên Azad de ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin çalakiya edaletê hate lidarxistin.

Kurdistaniyên ku li pêşiya Sefaretxaneya Fransa kom bûn, qetlîam û nixûmandina dosyaya qetlîamê protesto kirin.

Di çalakiyê de ku posterên Cansiz, Dogan û Şayleme li gel alên TJK-E'yê hatin bilidkirin, dirûşmên "Qatil Erdogan" û "Terorîst Tirkiye" hatin qîrkirin.

Di çalakiyê de hine kesên faşîst ên Tirk hewl dan ku çalakiyê proveke bikin, lê bi ser neketin. Kurdistaniyan çalakiya xwe bi dirûşmên "Duh Hîtler ê Elmanya, îro Tirkiye" bi dawî kirin.

MONTEPEILER

Li bajarê Montepellîer ê Fransayê ji bo ronîkirina Qetlîama Parîsê li pêşiya Waltîiya Mntepellîerê di pêşengtiya Tevgera Jinan de daxuyaniyek a çapemeniyê hate dayîn.

Di çalakiyê de, bi boneya doza ku îro li Parîsê tê dîtin ku têkildarî qetilkirina her 3 jinên şoreşger ên Kurd e, daxwaza ronîkirina qetlîamê kirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: " Dirêjkirina ev qas a dadgehê, çavkaniya xwe ji têkiliyên ekonomiyê yên di navbera Tirkiye û Fransayê digire. Em weke Tevgera Jinên Montpellîerê dibêjin; heta ku ev doz ji aliyê dadgehê ve bê ronîkirin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em şopdarê vê dozê bin."

Di dema daxuyaniyê de, belavokên ku bi zimanê Fransî hatibûn amadekirin hatin belavkirin, dosya jî pêşkêşî hinek saziyên Fransayê jî hate kirin.

Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" ve bi dawî bû.

MÎLANO

Komek Kurdistaniyên ku li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Fransa ya ku li bajarê Mîlano ya Fransayê kom bûn, ji bo 3 jinên şoreşger ku li Parîsê hatin qetilkirin çalakiyek lidarxistin.

Di çalakiyê de pankarta ku wêneyên şehîdên Parîsê li ser û bi nivîsa "Bêdengiya we tê wateya hevkariyê" hate vekirin, dosyaya ku têkildarî ronîkirina qetlîamê ku hatibû amadekirin pêşkêşî rêveberên Sefaretxaneyê hate kirin.

Rêveberên Sefaretxaneya Fransa îdîa kirin ku ji ber 'fermana ku ji aliyê navend ve hatiye girtin' nikarin dosyayê bigirin.

Li ser vê yekê Kurdistaniyan, dosyaya ku amade kirî û wêneyên her 3 jinên şoreşger li pêşiya avahiya Sefaretxaneyê ve daliqandin.

Çalakiya protestoyê bi dirûşma "Qatil Erdogan" ve bi dawî bû.

DEN HAAG

Li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Fransa ya li bajarê Den Haag a Hollandayê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de ku ji aliyê Meclîsên Jinên Kurd ên Hollanda ve hate lidarxistin, daxwaz kirin ku qetlîam bê ronîkirin.

Di çalakiyê de pankara bi zimanê Fransî û Hollandayî ku bi nivîsa "Yên ku hewl didin qetlîamê bi nixûmînin, hevkarên sûc in" hate vekirin.

Di çalakiyê de dirûşmên bi zimanê Elmanî "Em Sakîne, Fîdan û Leyla ne" û "Em edaletê dixwazin" hatin qîrkirin.

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrt ê Elanyayê jinan li pêşiya Sefaretxaneya Elmanyayê çalakiyek li dar xistin. Jinan diyar kirin ku bi mirina sûcdar Guney re hûn nikarin dozê bi nixûmînin. 

Di çalakiyê de ku ji aliyê Meclîsên mîna Nûjîn, Sara û Amara ve hepar hate lidarxistin, KJAR'ê jî piştgirî kir.

Çalakî bi dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" ve bi dawî bû.