Kongreya Asayî ya 2. a YJK-E li Dusseldorfê pêk hat

Yekîtiya Jinên Kurdistanê-Elmanya (YJK-E), ku par di meha Çileyê de hate ragihandin, Kongreya Asayî ya 2. li Dusseldorfê pêk anî.

Kongre bi beşdariya 400 delegeyan pêk hat û diyarî nûçegihana JINHA'yê Nûjiyan Erhan û endama Meclîsa TAJÊ Nazî Naîf Qawal hate kirin, ku di êrîşên 3'ê û 23'ê Adarê de li Şengalê ji aliyê çeteyên PDK'ê ve şehîd hatin xistin.

Li salona kongreyê wêneyên yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên li Parîsê di 9'ê Çileya 2013'an de hatin qetilkirin, Şehîdên Silopiyayê Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir, Şehîdên Şengalê Nûjiyan Erhan û Nazê Naîf Qawal hatin daliqandin.

Di destpêka kongreyê de Munevver Azîzoglû-Bazan axivî. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê û şoreşê, dîwan hate hilbijartin. Dûre peyamên Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), PYD-Jin, Rêxistina Sîwanê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) hatin pêşkêşkirin û perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xwendin. Li dû nirxandina rojeva siyasî, rêveberiya nû ya ji 9 endamên esîl û 4 endamên cihgirt hate hilbijartin.

Kongreya Asayî ya 2. a YJK-E bi qîrîna dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Jin jiyan azadî" qediya.

Di kongreyê de ev biryar hatin girtin:

YJK-Elmanya, bi şiryara 'li Ewropayê jineke bi tenê jî divê bêrêxistin nemîne' rêxistinbûna xwe berfireh bike, meclîsên xwe, komun û însiyatîfên xwe wê xurtir bike

Li dijî komukjiyên jinan, ku bi koçberiya ji ber şer zêde bûye, wê xebatên ji bo afirandina hişmendiya rêxistinbûnê bixebite û li dijî modernîteya kapîtalîst û şîdeta serdestiya mêr têbikoşe

Hemû xebatê xwe, wê li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bimeşîne. Li dijî tecrîda giran a li ser Ocalan, wê li her qadê bi şiyara 'Hebûna Serok XWEBÛNA me ye, Bê Serok jiyan nabe' bi rengekî aktîf têbikoşe

Di çarçoveya kampanya me ya XWEBÛN de wê bi şiyara 'Em hene, em li her derê ne' panel, semîner, meş û mîtîng bên lidarxistin

Li dijî komkujî, êrîş û girtinên li çar parçeyan, dosya radestî saziyên pêwendîdar bike û çalakiyan lidar bixe

Wê zemîna têkoşîna hevpar a bi rêxistinên jinan ên ji gelên cuda xurtir bike û tifaqên stratejîk mezintir bike

Li hemberî polîtîkayên asîmîlasyonê yên li dijî çand û zimanê Kurdî, wê felsefeya XWEBÛN'ê li her qada jiyanê mayînde bike

Di 8'ê Adarê, 25'ê Mijdarê, 4'ê Nîsanê, 15'ê Sibatê, 9'ê Cotmehê, 9'ê Çileyê, 25'ê Cotmehê çalakiyên xweser wê werin lidarxistin.