Konferansa Jinan a 2’emîn: Rêyên çareseriyê tên nîqaşkirin

Di roja duyemîn a Konferansa 2’emîn a Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê de, rêyên çareseriyê, pêşniyar û plansazî tên nîqaşkirin.

Duh li paytexta Lubnanê Beyrûdê 2’emîn konferansa Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bi beşdariya zêdetirî 100 delegeyan destpê kir. Gelek jinên ku nekarîn rasterast beşdar bibin, bi rêya Zoomê tevlî dibin. Duh piştî xwendina peyama komîteya amadekar, peyama KJK’ê û jinên Êzîdî, di panela yekemîn de behsa qeyranên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê û bandora wê ya li jinan hatibû kirin. Her wiha şevê din jî behsa ezmûn, destkeftî û têkoşîna jinên herêmê hate kirin. Nûnerên ji her welatek û bi navê rêxistinan anjî akademisyenên beşdarbûne têkildarî rewşa jinan û ezmûnên wan agahdarî  û nirxandin kirin.

Panêl ku ji aliyê Dr. Rebeh Faris ve hate birêvebirin, behsa xebatên jinan li Lîbyayê hate kirin û ev tişt hate gotin: “Me weke jinên Lîbyayî li ser vêya li hev kir ku pirsgirêka me ya hevpar welatê me ye. Lê weke jinên Lîbyayî li ser pirsgirêkên hevpar me li hev kiriye.”

Dr. Silwî Qeyqa ya Tunisî jî têkildarî xebat û têkoşîna jinan a li welat pêşkêşiyek kir û behsa têkoşîna jinan li hember zewaca bi çend jinan re kir. Dr. Silwî ku behsa destkeftiyên jinan di qada yasayî de kir, got têkoşîna wan a bi berdewamî, encamên baş bixwere tîne.

Bi navê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriye jî Asya Abdullah Axivî û dazanîn jinên ku li dijî DAIŞ’ê şer kirin, şehîd û birîndar dan, ji bo parastina rûmeta jinê xwe fedakirin. Jin ji bo avakirina sîstemeke demokratîk, azadîxwaz ya jin, bihevre di heman çeperê de têdikoşin.”

Asya Abdullah li ser sîstama Rojavayê Kurdistanê jî amareke balkêş eşkere kir û got: “Jin bingehê sîstema xwerêveberiyê ava dikin. Ev sîstema dmeokratîk bi têkoşîna jinan hatiye çêkirin. Sedî 40’ê karkeran jinin, sedî 70’yê qada perwerde û tendûristiyê jin pêktînin.”

Her wiha Nêvîn Ubêd ku ji Misrê beşdarbû jî îşaret bi tevnên medya mecazî kir û got, divê ev qad ji bo têkoşîna jinan a dijî şîdetê baş were bikaranîn. Nêvîn Ubêd dazanîn heya malbat neyê guhertin, ti guhertineke din gengaz nîne.

Îro jî konferans ku berdewam dike, beşdarvan li ser sê koman hatin dabeşkirin û li ser sedem, astengî, rêya çareseriya pirgirêkan, dibin sê sernavên cuda de nîqaş dikin.

Komxebatek dibin sernavê, “Astengiyên di qada siyasî û qanûnî de li pêşiya jinan”, komxebateke din dibin sernavê, “Hevsengî kirina di navbera herêmê û navnetewî de” û komxebata sêyemîn jî bi navê, “Esasên pêkanîna hevpeymaniya navbera jinan de, armanc û riwangeh”

Piştî nîqaşên her sê koman bi dawî bû, wê encama ku jê hatiye derxitin weke rapor pêşkêşê konferansê bikin û li ser wê bê nîqaş kirin.

Li gorî bernemayê wê îro konferans bi girtina biryaran û derxistina plansaziyê bi dawî bibe.

Yekemîn konferans, di sala 2013’an de li bajarê Amedê ya Bakurê Kurdistanê pêkhatibû.