Konca: Em ê berxwedan û hevgirtina jinê geş bikin

Besîme Konca ya HDP’yî li dijî tundiya li ser jinê ya Meclîsê helwest nîşan da û got, ew ê berxwedan û hevgirtina jinê geş bikin.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Konca ji Girtîgeha Tîpa F’yê ya Kandirayê têkildarî tundiya fizîkî ya li ser wekîlên jin daxuyaniyeke nivîskî şand.

Di nameyê de hate gotin, ‘’Ji bo Serokwekîla me Pervîn Buldan, ji bo wekîla CHP’ê Şafak Pavey, wekîla serbixwe Aylin Nazlikaya derbasî be’’ û bi berdewamî wiha hate gotin:
"Pêla tundiyê ya ku faşîzma AKP’ê li tevahiya welêt dayî destpêkirin û êdî ji xwe re kiriye weke azîneyeke rêveberiyê, terisandina vê pêlan tundiyê ya li meclîsê, nîşan dide ku guherîna destûrê were pejirandin em ê bi tiştekî çawa re hevrû bibin. Ji bo pêşî li têkoşîna jinê û hevgirtina jinê bigire ku hêza sereke ya ku dikare pêşî li guherîna destûrê bigirin ew in, me dît ku wekîlên jin ên AKP’ê çawa ji xwe re dikine amûr. Diyar e ku ev rewş e parçeyek ji wê polîtîkaya sîstematîk û berbelavbûyî ye ku van demê dawî sazkar kirine.

Pêdiviya bi destûreke wiha ku wekheviya zayendî, ekolojîk, piranîparêz wekhevîxwaz, azadîxwaz û demokratîk, bi bûyera tundiyê li Meclîsê careke dî bi awayekî hilweşîner derketiye holê. Ji bo vê jî gotina jinê, geşkirina berxwedana jinê û geşkirina hevgirtina jinê weke berpirsyariyeke dîrokî tê pêşberî me."

'EM BIBÊJIN, ‘NA’

Konca diyar kir ku ew ê berxwedan û hevgirtina jinê berdewam bikin û got, ‘’Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî polîtîkaya tundiyê ya bi sîstematîk û bi zanebûn a ku AKP’ê li dijî têkoşîn û hevgirtina jinê sazkar kir, dengê xwe bikin yek û bibêjin, ‘na’’