Komuna Jinê ya Arîn Mîrxan kongreya xwe ya 4. lidar xist

Komuna Jinê ya Arîn Mîrxan a li bajarê Bîel ê Swîsreyê, kongreya xwe ya 4. lidar xist û tevî komîsyonan, hevberdevkên xwe hilbijart.

Kongre bi beşdariya bi dehan delegeyan li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bîelê pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir.

Piştî hilbijartina dîwanê û diyarkirina mijarên rojevê, delegeyan dest bi nirxandina rojeva siyasî kirin.

Dûre rapora li ser karê salekê hat xwendin û nirxandin. Kongre bi hilbijartina komîsyon û hevberdevkan û plankirina serdema nû, dewam kir.

Di encamê de meclîsa ji 22 kesan hate hilbijartin. Cefa Ayik, Suheyla Anyig û Nûrhayat Açig ji bo hevberdevkiyê hatin hilbijartin. Kongre bi qîrîna dirûşma "Jin jiyan azadî", qediya.