Komploya Navneteweyî li Xelfetî hat protestokirin

Hevbirên Xelfetî yên KJA’yê bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan panelek li dar xist.

Hevbirên Xelfetî yên KJA’yê bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan panelek li dar xist. Jinên Xelfetiyî anîn ziman ku bi rêbertiya azad ve wê karibin şerê qirêj ê li dijî gelê Kurd bidin rawestandin.

Starta çalakî û aktîvîteyên di pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) ên li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat li Xalfetiyê hat dayîn. Hevbirên Xelfetî yên KJA’yê bi tevlîbûna jinên navçeyê ve bi panelekê komploya navneteweyî lanet kirin. Hevbirên KJA, hevserokên Rêxistina DBP’ê ya Navçeya Xelfetî, Hevşaredara Xelfetiyê Ayşe Dûrmûş û bi dehan jin tevlî panelê bûn. Panel bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane despê kir.

Piştî axaftinên hatin kirin, jinên beşdarî panelê bûne mafê axaftinê wergirtin û nirxandin kirin. Panel bi pêşendana sînevîzyonê ya têkîldarî Ocalan ve bi dawî bû.

...