Komploya 15'ê Sibatê li Wanê ji aliyê jinan ve hat şermezarkirin

Komploya 15'ê Sibatê di salvegear 18. de li Wanê ji aliyê jinan ve hat şermezarkirin.

Bi vê armancê li avahiya DBP'ê ya bajêr çalakiyeke şermezarkirinê hate lidairxistin.

Ji Dayikên Aştiyê Leyla Dûman li vir axivî û got, "Birêz Ocalan li hemberî îşkenceya herî mezin a dîrokê li ber xwe da. Di heman demê de, di nava 18 salan de rêya hemû bindestan ronî kir û ji wan re bû rêya zadî û rizgariyê."

Dûman bibîr xist, ku Ocalan di sala 2015'an de li ser mekanîka darbeyê hişyarî da bû û piştî wê bi sal û nîvekê di 15'ê Tîrmehê de hewl hat dayîn darbe bê kirin.

Dûman da xuyakirin, ku her gotina Ocalan gelekî girîng e û got, "Lewma em dixwazin tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin. Em komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin, ku gelê Kurd vê rojê weke 'roja reş' dibîne û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî weke 'roja qirkirina Kurdan' bi nav dike."

Dûman destnîşan kir, ku Ocalan ev 18 sal in di hucreyekê de ji bo aştî, azadî û demokrasiyê têdikoşe û ew ê vê têkoşîna wî bi ser bixînin.