Komkujiya Parîsê li Heîlbronnê hate şermezarkirin

Bi armanca şermezarkirina Komkujiya Parîsê, ku şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez lê hatin kuştin, li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê mîtîngek hate lidarxistin.

Mîtîng ji aliyê Meclîsa Jinê ya Sevê Demîr ve hate organîzekirin û endamên MLPD'ê jî tevlî bûn.

Mîtîng li Klîanzplatzê pêk hat û posterên şoreşgerên jin hatin hildan. Ji bo bîranîna her sê şoreşgerên Kurd find hatin vêxistin û dewleta Tirk hate şermezarkirin. Her wiha bang li Fransayê jî hate kirin, ku hêzên di nava komkujiyê de cih girtine, eşkere bike.

Ji nûnerên Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê Delal Rûber li vir axivî û got, "Di serî de jinên kurd, weke hemû jinên şoreşger ên cîhanê, heta ronîbûna vê komkujiyê em ê têbikoşin. Em ê xwedî li mîrateya wan derkevin."