BI DÎMEN

Komkujiya Parîsê li gelek bajaran hate şermezarkirin

Ji bo şoreşgerên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kuştin, li gelek bajarên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin.

Ji bo şoreşgerên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kuştin, li bajarên Dresden, Darmstadt, Frankfûrt, Hambûrg, Berlîn, Troîsdorf, Aachen, Koln û Bonn ên Elmanyayê û bajarê Toûloûse yê Fransayê çalakî hatin lidarxistin.

DRESDEN: Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya UTA û bi tevlîbûna saziyên jinan ên Elman, ji Haûpstrasseyê heta Alaûnplatzê meşek hat lidarxistin. Piştî meşê mîtîngek pêk hat û çalakgeran ji dewleta Fransayê xwestin, hêzên li pişt komkujiyê derxîne holê.

DARMSTADT: Bi qasî 100 kes li Lûîsenplatzê bi pêşengiya jinan çalakiyek pêk anîn. Çalakgeran dewleta Fransayê bi tundî şermezar kirin, ku hewl dide komkujiyê binixumîne. Di çalakiyê de têkildarî mijarê gelek belavok hatin belavkirin.

FRANKFÛRT: Li meydana Haûptwacheê mîtîngek hat lidarxistin. Mîtîng ji aliyê Meclîsa Jinê ya Amara Nûjîn û Meclîsa Jinê ya Sara ve hat organîzekirin û endamên Ciwanên Azad ên li bajarê Maînzê jî beşdar bûn. Jinan li vê derê wêneyên her sê şoreşgeran hildan û ji bo bîranîna wan find vêxistin.  Tevî belavkirina bi sedan belavokên bi Elmanî, daxuyaniyek hat dayîn.

HAMBÛRG: Pêkhateyên Meclîsa Jinê ya Rojbîn, çalakiyeke bîranînê lidar xist. Hevseroka Meclîsê Leyla Kaya li vir axivî û diyar kir, ew ê xwedî li mîrateya jinên şoreşger ên hatine kuştin derkevin. Kaya her wiha destnîşan kir, ku ew ê li dijî nixumandina komkujiyê têbikoşin. Çalakiya bîranînê piştî nîşandana sînevîzyonê qediya.

BERLÎN: Li ser banga Meclîsa Jinên Kurd DEST DAN a li Berlînê, jin saet di 16:00 de li U-Bahnhof Kreis Parkê li hev civiyan û dest bi meşê kirin. Tevî bavê Sakîne Cansiz Îsmaîl Cansiz û xizmên wê gelek Elmanên dostên Kurd jî tevlî çalakiyê bûn. Di dema meşê de girseya gel kulîlk danîn Breîtscheîdeplatzê ku roja 19'ê Kanûnê çeteyên DAIŞ'ê li vê derê 12 kes kuştibûn. Çalakgeran her wiha bi sedan belavok belav kirin û Fransa şermezar kirin, ku hewl dide komkujiyê binixumîne. 

FREÎBÛRG: Meclîsa Jinê ya Nûda çalakiyeke bîranînê lidar xist. Bi vê armancê jin li meydana li pêşiya Şaredariya Freîbûrgê li hev civiyan û li dora wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez find vêxistin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê daxuyanî hat dayîn û hat gotin, "Em ê bi mezinkirina têkoşîna xw,e xwedî li mîrateya wan derkevin." Çalakî bi qîrîna dirûşma "Jin jiyan azadî" qediya.

DUSSELDORF: Bi pêşengiya Însiyatîfa Jinê li ber Gara Trenê ya navendî bi beşdariya bi dehan kesî çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Dusseldorfê Haydar Arslan li vir axivî û diyar kir, heta darizandina kujerên rastî ew ê têkoşîna xwe bidomînin. Arslan got, "Bila kes nebêje gelê Kurd bêxwedî ye. Heta em hebin wê ev têkoşîn jî bidome." Piştre sînevîzyonek li ser her sê şoreşgeran hat nîşandan.

AACHEN: Meclîsa Jinê ya Denîz Firat li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd civîneke bîranînê lidar xist. Nûnerên PYD'ê û Komîsyona Malbatên Şehîdan li vir axivîn û gotin, lêgerîna li edaletê ya jin û gelê Kurd wê bidome. Di civîna bîranînê de li belgeseya 'Her şer bû jiyana min" a li ser jiyana Sakîne Cansiz hat temaşekirin.

KOLN: Bi pêşengiya Meclîsa Jİnê ya Viyan, saet di navbera 17:00-18:00 de li ber Stasyona Trenê ya Navendî ya Kolnê çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin. Li vir helbest hatin xwendin, stran hatin gotin û gelek belavok hatin belavkirin.

BONN: Meclîsa Jinê ya Sara li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd çalakiyeke bîranînê pêk anî. Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Bonnê Ayda Ekmez banga xwedîderketina li têkoşîna şehîdên Parîsê kir û got, "Her yek ji me Sakîne, Fîdan û Leyla ye. Weke jinên Kurd divê em xwedî li vê têkoşînê derkevin." Di çalakiyê de her wiha li belgesela "Her şer bû jiyana min" hat temaşekirin.

TROÎSDORF: Merasîma bîranînê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ji aliyê Meclîsa Jinê ya Ekîn Wan ve hat organîzekirin. Aktîvîsta TJK-E Şukran Sîncar li vir peyivî û got, "Em şopdarên vê dozê ne. Heta em hebin, em ê bi biryardarî li edaletê bigerin."

TOÛLOÛSE: Li bajarê Toûloûse yê li başûrê Fransayê, ji bo her sê jinên şoreşger çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin. Tevî Meşa Jinê ya Cîhanê, Tevgera Aştiyê, Partiya Komunîst a Fransayê, Partiya Antîkapîtalîst a Nû (NPA), Sendîkaya CGT û Rêya Karkeran (Voîe prolêtarîenne) destek dan çalakiyê. Li dû nîşandana sînevîzyona li ser têkoşîna her sê jinên şoreşger, belavokek hat xwendin û hikûmeta Fransayê ji ber derengxistina pêvajoya hiqûqê hat şermezarkirin. Ji hikûmetê hat xwestin, komkujiyê demek ya ji zûtir ronî bike.