Koma Jin Bihevre Bihêz in li gelek deverê Stembolê çalakiyê ‘ NA’ lidarxistin

Koma Jin Bihevre Bihêz in li gelek deverê Stembolê bi çalakiyên xwe ve ji rejîma yek mêriyê re gotin ‘NA’ .

Jinan di çarçoveya kampanya ‘Jin Bihevre Bihêzin’ li gelek deverê Stembolê çalakiyê ‘ NA’ lidarxistin, ji rejîma yek mêrî re gotin ‘NA’ . Navenda van her 2 çalakiyan jî Şîşlî û Beşîktaş bû. Jinan beriya 8’ê Adarê ji kuştin, destdirêjî, vîna jinê tune hesibandinê re peyama ‘NA’ dan.

Jinên ku li derketina Metroya Pangalti ya Şîşliyê hatin cem hev pankarta bi nivîsa “Ber bi 8’ê Adarê ve li dijî tundiya zilam, jin bihevre hêz in” û “Tena serê xwe NA pêk nayê” hate vekirin, her wiha dowîzên mîna “Ji hezkirina ku dikuje re NA” , “Ger ku jin bêjin NA, wê dinya biheje” hate bilindkirin. Diruşmên “Em bihevre bihêz in”, “Em bêdeng nabin, Natirsin, Serî natewînin”, “Bijî yekîtiya jinan”, “Jiyana me, laşê me, xwestekê me, kolan, qad, Stenbol a me ye.” Hate berzkirin.

Jinên ku li Bêşîktaşê jî hatin cem hev dovîzên “Tena serê xwe NA pêk nayê”, “Jinên di zanîngehê de bi hev re bihêz in”, “Di zanîngehê de ji destdirêjiyê re NA” bilind kirin. Her wiha dirûşmên mîna “Em ê di kolanan de navê azadiyê binivîsînin”, “ Yê di pişt Qesran de ji bîr neke, em bihevre bihêzin” û “Em ê bêjin NA” qîr kirin.