KJK: Xwe bi rêxistin bike, bibe yek, têbikoşe, azad bibe

Koordînasyona KJK'ê: Bi dirûşma 'Xwe bi rêxistin bike, bibe yek, têbikoşe, azad bibe' em yekîtiya jinan ji û ve ava bikin, têkoşînê geş bkin. Ji bo jina her roj 8'ê Adarê ye.

Koordînasyona KJK'ê, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê danezanek weşand. Danezana KJK'ê bi vî rengî ye:

"Em tevahî şehîdên şoreşê yên ku 8’ê Adarê afirandine, di oxira sosyalîzm, azadî, edalet, wekhevî, aştî û demokrasiyê de şehîd bûne, di şexsê Clara Zetkîn, Rosa Luksembûrg, Leyla Qasim, Sara-Sakîne Cansiz de bi bîr tînin, li beramberî bîranînên wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Ew mîrateya ku me dewir girtiye, em ê li her derê Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê kêlî bi kêlî bihûnin, her deverê veguherînin qadên berxwedanê û qadên jiyana azad.

Sara-Sakîne Cansiz a ku mîrateya şoreşê, nirxên hatine avakirin gihand jinên Rojhilata Navîn, li Kurdistan û Rojhilata Navîn pêşengiya şoreşa jinê, şoreşa civakî kir û di vê oxirê de şehîd bû û peyrewên wê hevrê Zeynep Kinaci, Gulnaz Karataş, Sema Yuce, Şîlan Kobanê, Şîrîn Elemholî, Arîn Mîrxan, Viyan Soran, careke din çanda jina azad heşîn kirine. Di şexsê lehengên xwe yên pêşeng û hevrêyên xwe Sevê-Fatma-Pakîze, Doga, Eylem, Devrîm, Zinarîn, Roza Efrîn, Koçerîn, Rûken Xweserî, Hîra, Hîva, Bengî Mûş, Ferîde, Axîn, Serhildan de ku sala 2016’an di berxwedanên xwerêveberiyê de bi şerekî lehengana yê li ser xeta fedaî şehîd bûn, em şehîdên xwe yên şoreşa Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin, soz didin ku li ser esasê dilsoziya bîranînên wan, em ê Kurdistana Azad û Jiyana Azad ji nû ve ava bikin.

Weke Tevgera Azadiya Jinê ya Kurdistanê, heta bidawîkirina mercên esareta li ser Rêber Apo ku di warê teorîk-pratîk de kedek mezin da têkoşîna azadiya jinê, bi jinê re hevrêtiyek li ser esasê azadiyê parve kir û 18 sal in li Girtîgeha Yekkesî ya Îmraliyê di bin şertên tecrîda herî giran de tê ragirtin, em ê bênavber têbikoşin. Azadiya wî azadiya me ye, jiyana wî sedema me ya hebûnê ye. Li ser vî esasî em bi hezkirin, rêzdarî Rêber Apo silav dikin.

SÎSTEMA BAVIKSALARÎ SEDEMA KRÎZ Û BUHRANÊN CIVAKÎ YE

Zîhniyet û sîstembûyina baviksalariyê, beriya her tiştî bi feraseta cînsiyetparêziyê ya li dijî jinê dest pê kir. Dîroka metakirin, mêtina jinê dirêj e, tijî êş û girîft e. Jin, bi zext, zor, derew û komployan ve di nav qalibên jiyana serdestiyê de hat ragirtin. Zilam, bi teoriya eşqê ve îxanet li eşqa pîroz kiriye, bihevrebûna jin-mêr jî wekî amûrekê kiriye meta. Tinekirina eşqa pîroz, jiyana azad; mirovahî ji têgînên wekhevî, azadî, aştî, demokrasî, ekolojî dûr xistiye; pirrengî, aheng daye windakirin. Jiyan bêwate hatiye hiştin, kirêt bûye, jiyana bindestî di mejiyên mirovan de hatiye kodkirin, serdestî-koletî hatiye domdarkirin. Zayendparêzî hatiye kûrkirin, civak ji kedxwariyê re hatiye hiştin û hatiye pûçkirin.

Krîz û buhrana ku îro mirovatî tê de ye, giran e. Ev krîza şaristaniyê ya pênc hezar sal in li ser piyan e, ne demkî ye, lê demdirêj e. Dema zilam li ser jinê serweriya xwe ava kir, ew kir esaretê, pirsgirêka civakî dest pê kiriye û ev bûye çavkaniya tevahî pirsgirêkên civakî. Jin a ku bi cinsiyetparêziyê ve êrîşa yekem li ser hate kirin, mîna çîn, neteweya destpêkê mêtinkarî li ser hatiye meşandin, bi olperestî, neteweperestî û zanistparestiyê ve çanda baviksalariyê hatiye bisazîkirin. Krîzên civakî yên ku pergala zilamserwer ava kiriye, li gel krîzên ekolojîk jî pirsgirêkên mirovahiyê hê girantir kiriye. Tê xwestin ku mîna keriyan li giştî civakê were. Wisa ye ku tinekirina hafizaya dîrokî ya civakê, qutkirina ji nirxên cewherî, wiha jî dirûvandin û bi modela netewe dewlet ve pêşxistina mejiyê yekperest-serdestî, jiyan veguherandiye zindanê, civak xistiye nav qafesê. Êdî wer lê hatiye ku heqîqetên civakî nema dikarin barê hêzên hegomonîk hilgirin. 

Di çareseriya pirsgirêkan de, êdî pergala hegemoniya gerdûnî nema dikare xwe bi rêka reforman,  bi rêkên navber, restorasyonan nû bike. Li gor rastiya sedsala 21’emîn, mirovahî bi dualîteya man-nemanê re hevrû ye. Sedsala 21’emîn, an bi azadiya jinê ve wê bibe sedsala rizgariya civak, xwezayê an jî wê bibe sedsalek ku mirovahî di nav tarîtiyê de winda bibe. Ji bo em karibin siberoja xwe, azadiya xwe vesaz bikin, em di serdemek wisa de ne ku em dikarin li ser bingehê azadbûna jinê azadiyên civakî bafirînin. Ji ber vê jî em dibêjin niha tam dema wê ye ku em têkoşînê mezin bikin û bi hevpariya tevahî jinên cîhanê ve cîhanê rizgar bikin.

HEWL TÊ DAYÎN KU DESTKETIYÊN JINÊ BÊN TINEKIRIN

Di sedsala 21’emîn de giranbûna pirsgirêkên civakî herî zêde jî berê jinan daye lêgerîn û têkoşîna azadiyê. Li her cihên cîhanê, têkoşîna jinê sîstema kapîtalîst û acentaya wê desthilatdariya netewe dewletê, polîtîkayên zilamserwer xistiye nav zoriyan. Mabeyna hêzên pergala kapîtalîst û jinan de têkoşînek cidî rû daye. Hêzên desthilatdariya zilam ji bo karibin pêşiyê li pêşketinên mezin ên jinê bigirin, têkoşînê bi paş ve bixin, li her derê bi rêkên îdeolojîk, siyasî, sosyal, aborî, kulturî û medyayê dijêrîşê dikin, hêzên xwe yên esker û polîsan xistine dewrê. Çav berdane tevahî mafên ku jinan bi berxwedanê, xwînê, bedelan, bi teslîmnebûnê, bi şer, li giyotînan, li zindanan, li karxaneyan, li eniyan, li refên herî pêş bi bilindkirina ala sosyalîzmê ya li dijî faşîzmê, li bendan, mewziyan, bi birçîbûnê bi dest anîne û tine dihesibînin. 

Li her aliyê cîhanê di encama têkoşîna jinê de hin maf û daxwaz bi dest hatin. Jin, bi têgihiştina ku azadiya jinê azadiya civakê ye, di çareseriya pirsgirêkên civakî de bûne xwedî rolek cidî. Têkoşîna jinê ya ku pêşî biçûk, belave, parçeyî bû, her ku çû hê zêdetir yekparetî saz kir û di asta cîhanî de piştevanî û têkoşîna jinê bi pêş xist.

LI ROJHILATA NAVÎN BI PÊŞENGIYA JINÊN KURD ŞOREŞA JINÊ PÊK TÊ

Tevgera Jina Azad a Kurdistanê, bi fêrkirinên azadiyê ya Rêberê me Abdullah Ocalan ve, li ser esasê perspektîfa jiyana azad, bi partîbûna jinê ve ket sedsala 21’emîn û pêngavek azadiyê ya dîrokî avêt. Tevgera me ya jinê ya ku bi hevrê Sakîne Cansiz dest pê kir û her ku çû mezin bû, bi artêşbûyinê ve bi rêxistin bû, bi serhildanan ve girseyî bû û wek bersivdayina van pêşketinan jî  8’ê Adara 1998’an de bi îlankirina îdeolojiya rizgariya jinê ve bû partî. Partîbûyina jinê ya ku bi vê rêkê ve bi ked û bedelên mezin pêk hat, ji bo jinan zayinek bikok îfade dike. Ked, têkoşîn, berxwedan û pêşengiya şehîdên me yên jin, cewher û havênê esas ê artêşbûyin û partîbûyina me ye.

Partîbûyina me ya jin ku sala 1999’an damezrî, sala 2005’an bi navê PAJK’ê dewam kir û sala 2010’an jî bi vebûna li ser hîmê JINEOLOJÎ’yê, ketiye nav xebatek wisa ku bi avakirina zanistek alternatîf ve dikare di qada fikrînê de rêyek nû veke. Şoreşa me ya Rojava, di encama van hemû pêşketinan de mîna şoreşek jinê bi pêş ket. Bi modela hevserokatî û nûnertiya wekhev a di tevahî rêxistinbûyinên civakî yên neteweya demokratîk de, ji çareseriya pirsgirêka azadiya jin-mêr re bû gavek dîrokî. Wek jinên Kurd, asta hêza me ya îdeolojîk, rêxistinî, xweparastinê, navê sîstemek jinê ya nû, di sala 2014’an de bû KJK. Li her parçeyên Kurdistanê hevserokatî û temsîliyeta wekhev, asta berxwedan û fedaîtiya artêşbûyina jinê ya li dijî DAÎŞ’ê û artêşa Tirk, xebatên me yên li ser hîmê Jineolojiyê, jina li Rojhilata Navîn berbiçav kir, kir pêşeng û dînamîka esasî ya guhertinê. Em li Rojhilata Navîn pêvajoyên pêşketina şoreşa jinê dijîn. Tevahî hêzên azadî û demokrasiyê yên li cîhanê, bi berxwedana jina Kurd a li dijî DAIŞ’ê vejîn dîtin. Qalibên fikrandin û jiyanê yên sîstema zilamserwer, jiberên wê yek bi yek hilweşiyan. Ev tevahî pêvajo jî li ser esasê pêşengiya vebûnên îdeolojîk ên demokratîk, azadîxwaz û ekolojîk, îdeolojiya alternatîf a ku Rêberê me Abdullah Ocalan li Îmraliyê bi pêş xistine, çêbûne.

Jinên Kurd êdî hatine wê astê ku dikarin pêşengiya jinên Rojhilata Navîn û cîhanê bikin, hevparî bikin. Êrîşên ku ji sala 2016’an ve li dijî jinên cîhanê û Kurdistanê, li dijî civakê ewqasî bi pêş ketin, bi temamî sîstemî ne. Ji ber ku erdnîgariya Kurdistanê di serî de azadiya jinê, ji ber di avakirina jiyana azad roleke sereke dilîze, êrîşa navendî jî li ser vê herêmê ye. Dema bi êrîşên DAÎŞ’ê re têkoşîna me ya azadiyê nehat bipaşxistin, vê carê jî Cizîr a ku qada yekem e ku jinên Kurd li dijî mêtingeriyê bi girseyî serî rakirine, hat hedefkirin. Li ber çavên tevahî cîhanê li Bakurê Kurdistanê li dijî gelê me êrîşên qirkirinê pêk hatin. Em ê ti carî ew qetlîamên ku dewleta Tirk a faşîst li Bakurê Kurdistanê li Cizîrê, Sûrê, Nisêbînê, Şirnexê, Hezexê, Geverê pêk anîne ji bîr nekin, nedin jibîrkirin. Em her roja wê bikin roja hesabpirsîna ji qetlîamkeran û faşîzmê tepeser bikin. Di şexsê canên me yên di jêrzemînan de hatine şewitandin, fedaiyên me yên ciwan, fermandarên me yên YPS’î  hevrê Rûken û Çiyager, pêşengên gel Hevserokên Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnc û Asya Yuksel de bi giştî şehîdên me yên berxwedana xwerêveberiya Bakurê Kurdistanê rûmeta me ne.

Sîstema zilamserwer, netewe dewlet, hêzên gerdûnî, di serî de Kurdistan a ku ji bo azadbûyina jinê pêşengtiyê dike, li dijî tevahî destkeftiyên jinên cîhanê û azadbûyina jinê êrîşên xwe yên îdeolojîk, fîzîkî bi awayekî hovane didomînin.

Polîtîkayên kolekirina jinê yên li Tirkiye, Îran, Afganîstan, Nîjerya, dewletên Ereb û welatên din,  ji aliyê nûnerê herî jor a faşîzma zilam DAÎŞ’ê ve bi çavekî ganîmet dîtina jinê, polîtîkaya destavêtinê, ji ber sîstema zilamserwer e. Sedema ku di vê astê de li cîhanê ditîna reqemên herî jor ên tundî, tecawiza li jinê tê kirin; tirs, telaş û qilqala li beramberî berxwedan û rêxistinbûyinên jinê ne. Eger jina azad bi ser keve, sîstema zilamserwer wê têk biçe. Ji ber vê ye ku serwerî ji hêza şoreşgerî ya bindestan ditirse. Bi vê dîtinê ve tê fêmkirin ku bê çima hêzên hegemonîk ên gerdûnî li dijî tevgerên azadiya jinê êrîşên hevşib, hevpar li dar dixin. Sîstema zilamserwer êdî rûyê xwe yê herî zalim, hov, komploger, derewkar, tijî tundî, destavêjî û qirker venaşêre. Ji ber ku êdî jin şiyar bûne, serî hildane. Sîstema serdest dixwaze vê îradeyê, nasnameya rêxistinkirî , ruh û çalakbûyina piştgiriyê ji holê rake. Em bi biryardarî 8’ê Adara 2017’an pêşwazî dikin ku em ê li dijî êrîşên sîstema kapîtalîst berxwedan û têkoşîna azadiyê radîkal bikin, berbelav bikin. 

EM BI HEV RE BERXWEDANÊ MEZIN BIKIN, JIYANA AZAD BAFIRÎNIN

Ji bo jinên sonda azadbûyinê xwarine, her 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî rojek berxwedan, vejîn û têkoşînê ye.  Roja sozdanîna bi azadî û berxwedanê, despêkek nû ye. Rojên ji nû ve afirandina jiyana azad in. Tevgera me ya Azadiya Jinê, ne tenê ji bo rizgariya jinan, tevgera azadiya civakan e jî. Em dixebitin ku civakê bi nirxên azadî, wekhevî, ekolojîk, demokrasî, etîk-estetîk ji nû ve ava bikin. Li ser vî hîmî Tevgera Jina Azad a Kurd KJK, wê têkoşîna xwe ya avakirina jiyana azad bi şiklekî bêeman, bi biryardariyeke mezin, îdîa, xwebawerî, bi pêşengî û milîtanbûyina jinê ve bi pêş bixe. Em ji dil û can bawer dikin ku di pêşengiya jinên têkoşerên azadiyê de wê mirovahî ji qalib, dogma, koletiya jiyana modernîsta kapîtalîst rizgar bibe. Tevahiya 8’ê Adaran, ji bo jinên ku azadbûyinê dixwazin rojên sozdayina ji nû ve afirandina jiyana azad,  nîşandana îradeyê û praktîzekirina vê ye.  Ji bo jinan her roj 8’ê Adarê ye. Tevahî roj, dem ji bo jinê wextên azadbûyinê ne. Em bi drûşmeya “ bi rêxistin bibe, bibe yek, têbikoşe, azad bibe” re yekîtiya xwe ya jın saz bikin û têkoşîna xwe bilind bikin. 

Li ser esasê ku em her rojê bikin 8’ê Adarê, banga me ji bo Kurdistan, Rojhilata Navîn û tevahiya jinan ev e:  

⦁    Li dijî zanisperestiya desthilatdariyê, avayiyên fikrînê yên mejiyên zilam, em zanista jinê JINEOLOJÎ’yê xurt bikin. Em jiyana li ser bingehê JINEOLOJÎ,  bi hev re bi ziman, reng, estetîka jinê ji nû ve bixuliqînin.

⦁    Jin, bi rêxistinkirî çalak nebin, nebin yek, takekesiya, xweperestiya sîstema modernîsta kapîtalîst neyê derbaskirin, têkoşîna azadiya jinê nikare xwe bigihîne serkeftinê. Heta feraseta lîberalîzmê ya azadiya sexte ya jinê, polîtîkaya ku jinê dike meta neyê beralîkirin, jin nikare azad bibe. Ji bo vê jî em hezkirin, bihevrebûna cins qayim bikin, li her derê komun, meclîsên jinan bi rêxistin bikin û îradeya jinê bidin der. Li ser esasê pêşxistina sîstemên jinê yên xweser, em modela hevserokatiyê-temsîla wekhev di her qadên jiyanê de pêk bînin. 

⦁    Pêşvebirina xweparastina jinê pêdiviyek bingehîn e. Jin, ti carî xweparastina xwe radestî dewletê û zilam nake. Jiyanî ye ku jin li gor feraseta parastina rewa rêxistinên xwe yên xweparastinê saz bike. Bêyî xweparastin, jiyana azad a jinê bi pêş nakeve. Bêguman e ku dikare her kêlî bi êrîşeke dijşoreşê bê tepisandin. Ji ber vê ye ku mîna Rojava û Şengalê em avakirina yekîneyên xweparastinê wek xebata xwe ya sereke dibînin. Em bang li tevahî jinan dikin ku bêyî taloq bikin, tevdîrên pêwîst ên xweparastinê bi cih bînin.

⦁    Di dîrokê de aboriya yekem bi destê jinê derketiye. Sîstema zilamserwer feraseta aboriyê serobino kiriye, jin ji qada ekonomiyê dûr xistiye û muhtacî xwe kiriye. Ji bo ked bê azadkirin, em li ser hîmê feraseta aboriya komunal-ekolojîk, kolektîfan mezin bikin. Bila jineke tenê jî nemîne ku çav li benda alîkarî û xwedîkirinê be.

⦁    Endustriyalîzm, polîtîkayên şer, hilberîn û mezextina derveyî pêdiviyan, hevrikiya kapîtalîst, projeyên dînane yên leşkerî ku bi navê zanistpereziyê tên kirin, polîtîkayên mêtin û talanê, tenê mîna çavkaniyekê dîtina xwezayê, ekosîstema cîhanê xirab kiriye, ev bêteraza ekolojîk gefê li jiyana tevahî zindiyan dixwe. Ji bo hevsengiya civak-xweza dîsa bê vesazkirin, vegera ekolojiyê, vegera cewherê mirovahiyê, cewherê jinê ye. Wek jin, em rêxistinbûyin û têkoşîna ekolojîk hê mezintir û xurttir bikin. 

⦁    Saziya malbatê tam ketiye nav qeyranekê. Jin di vê saziyê de tê hepskirin, mîna makîneyek zayinê tên bikaranîn. Keda wê tine tê hesibandin û tevahî jiyana wê mîna xelekek dubareyan dibihure. Li beramberî vê ji bo modela hevjiyana azad bê fêmkirin, berbelavkirin, em xebatan xurttir bikin. Jı bo zarokên me bıkarin li ser hîmên azad, tendirust û bi perwerde rast jiyan bikin, em modêla jiyaneke azad pêş bixın. 

⦁    Ji bo em karibin hemû fikir, utopya, pirsgirêkên xwe yên têkîldarî jinê bi hevparî nîqaş bikin, çareseriya hevpar bibînin, em bang li organîzasyon, kongre û konferansên jinê yên cîhanî dikin ku xwedî rolek hê çalaktir bin, ji bo li cîhan û Rojhilata Navîn yekîne, federasyonên jinan ava bibin xebatên xwe bimeşînin û pêş bixin.

⦁    Em bang li jinên Kurd dikin ku li 3. Konferansa Jinê ya Neteweyî di serî de pirsgirêkên jinê, bi armanca çareserkirina tevahî pirsgirêkên me kom bibin.

⦁    Em bang dikin ku xebatên ji bo rizgarkirina jinên Êzidî yên di dest DAÎŞ’ê de,  yên bi armanca çareserkirina pirsgirêkan domdar bikin û li ser vî esasî em banga piştgirî û piştevaniyê li her kesî dikin. 

⦁    Li Tirkiyeyê li dijî mirov û mafê mirov êrîşeke pir mezin heye. Li dijî dîktatortiya faşîst a AKP-MHP’ê ku nûnertiya herî qirêj a mejiyê faşîst a zilamserweriyê dikin, em bang li tevahî jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî dikin ku di referandûma dîktaya faşîst de bêjin “NA”, bi awayekî herî çalak û bibandor tevlî kampanyaya “NA” bibin.

⦁    Paraznameyên 5 cildî yên Mîmarê Aştiyê Rêberê me Abdullah Ocalan ku ji bo azadiya jinê kedek bêhempa daye, li beramberî paradîgmaya têkçûyî ya modernîteya kapîtalîst wek alternatîf paradîgmaya modernîteya demokratîk pêş xistiye, çareseriya qeyranên mirovahiyê ne.  Em bang dikin ku ji bo nêrînên Rêberê me Ocalan bên gotûbêjkirin panel, semîner û konferans bên lidarxistin, li ser vî esasî jî ji bo danasîn ji tevahî mirovahiyê re bibe plansaziyên hevpar bêne çêkirin. Her wiha, bi awayekî hê aktîftir û xurttir tevlî çalakiyên ku bi armanca tenduristî, ewlehî, azadiya Rêberê me Abdullah Ocalan têne lidarxistin bibin. 

Li ser vî esasî jî em bi fikrek alternatîf û plana çalakiyê ve 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî pêşwazî dikin. Wek jinên ku dixwazin azad bibin, em ji her demê hê zêdetir xwedî tecrube, zanebûn, amûrên têkoşînê û bingehê hevpariyê ne. Rizgariya mirovahiyê bi destê jin, ciwan û civaka ku bi zîhniyeta azadiya jinê tijî ye, wê ji nû ve ava bibe.

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî em tevahî hevrêyên xwe yên jin ên ku li girtîgehan li ber xwe didin, bi ruh, eşq û hevrêtiya azadiyê careke din silav dikin. Em hemû jinan vedixwînin ku beşdarî mîting û meşên 8'ê Adarê bibin. 

Em bi coşa afirandina jiyana azad a bi berxwedana rojane, 8’ê Adarê li giştî jinan pîroz dikin, dibêjin ku silav li tevahî jinên berxwedêr, şerker, têkoşer be!"