KJK: Eger jin bibêjin NA, wê jiyan biguhere!

KJK’ê bang li hemû alîgirên demokrasiyê bi taybetî jinan kir, ku li dijî vê destûra faşîst bibêjin NA. Her wiha bang li her kesî kir, ku bi fedakariyeke mezin, mal bi mal, kolan bi kolan, tax bi tax bixebitin."

Koordînasyona KJK’ê got: "Hin dem hene ku rengê siberojê di wan kêliyan de veşartiye. Ev dema niha ku em tê de ne jî xwedî wê taybetmendiyê ye ku tê de wê siberoja me diyar bibe. Guherîna destûrê ya li Tirkiyê bi hevalbendiya AKP-MHP’ê bi guherîneke rejîmê ya ku wê faşîzmê girantir bike di rojevê de ye. Ji hêla xwediyê wê ve her çendî were înkarkirin û nixumandin jî, pir hişkere ye ku tê xwestin jin, cihêtiyên etnîk û mezhebî, di nav faşîzmeke germkirî bihelînin. Di dîroka Komarê de jixwe civak, siyaset û jiyan weke ‘yek al’, ‘yek ziman’, ‘yek milet’, ‘yek ziman’ hate bêrengkirin, niha jî sîstema rêveberiyê ya ku xwe dispêrê ‘yek-zilamiyê’ li vê zêde kirine. Ya ku jê re guherîn dibêjin ev e. A rast AKP ya ku darbeya 12’ê Îlonê jê re rê vekir û MHP ya ku weke hişmendiyê li ser desthilatdariyê ye, li gorî giyanê destûra faşîst a 12’ê Îlonê nûjen kirin. Çawa ku di destûra berê de jin, gel, çewisandî û rengên din nebûn ji bo vê jî ti hêlên wê nikare were tercîhkirin, di destûra nû de ya ku anîn rojevê jî ti heleke ku were tercîhkirin nîn e.

Em jin piştgirê demokrasî, azadî, wekhevî, ekolojiyê ne. Tercîha me li ser wê ye ku jiyanê watedar dike, xweşik dike, azad dike. Bi giştî li tevahiya dîroka Komarê herî pir jin hatin çewisandin. Dîsa di van 15 salên dawî de, di serdema AKP’ê de herî pir zext û zordarî li ser jinan pêk hat. Jin yek roja bê tundî, bê tecawiz, bê kuştin nedîtine. Bi taybetî jî di dema serweriya AKP’ê de ev zêdetir bûye, veguheriye hişmendiyeke rêveberiyê ya wiha bê sinc ku jê parmendbûna jinan, zarokan rewa hatiye dîtin. Em rabirduya van hêzan jî dizanin û dizanin bê ka niha jî ew çi dikin. Em dizanin bê ka ev derdor ji bo berjewendiyên xwe jin, gel çawa kirine qurban û çawa dikarin bikin qurban.

'DEMA GOTINA ‘NA’ YE'

Em siberoja xwe ti caran radestî van hêzan nakin. Dem niha dema jina ye. Dem dema wê ye ku em siberoja xwe li ser zemîna ronakiyê û azadiyê ava bikin. Niha jî tam dema wê ye ku ‘NA’ were gotin. Niha dema wê ye ku em bibêjin ‘NA’ û jiyana demokratîk, azad û wekhev bi destê xwe bihonin!

Em jin;

Ji bo destûreke demokratîk dibêjin NA!

Ji bo azadiya Rêbertî û gelê Kurd dibêjin NA!

Ji bo ku em xwedî nasnameyên cihê yên wekî Kurd, Tirk, Ermen, Suryanî ,Romen, Laz, Elewî, Caferî û gelek rengên dî ne û ji bo ku em dixwazin rengê xwe biparêzin û bi hev re bi aştî, hevparî bijîn, em dibêjin NA!

Em weke karker, gundî, bê kar, kebanî, xwendekar, dayik, kedkarên ku li hemû qadên jiyanê ne, weke kedkarên jiyanê, ji bo ku em zêdetir neyên mêtin dibêjin NA!

Ji bo ku bedenên biçûk ên zarokên me û giyanê wan ê bê guneh bi tecawizê û îstismarê zêdetir gemarî nabe, ji bo ku bi hêviyên xwe yên zarokî bijîn, bi zimanê wan dibêjin NA!

Bi zimanê ax, av, dar, hewa, ajalên bê parastin, bi zimanê nebatan, ji bo kuz êde tecawiz li jiyana xwezayê neyê kirin, neyê lewiyandin dibêjin NA!

Ji bo ku li Somayê, li Sêrtê li hemû devera welatê me ji bo karkerên me bi erzanî nemirin em dibêjin NA!

Ji bo ku mirovên me bi carekê re neyên nebedîkirin, nebin qurbanên kuştinên kiryarên wan diyar, ji bo ku dayikên Şemiyê her şemî li hestiyên zarokên xwe negerin em dibêjin NA!

Ji bo ku difikirin û diaxivin mirovên me, nûçegihanên me, akademîsyenên me neyên girtin, êşkence li wan nebe û neyên kuştin em dibêjin NA!

Ji bo kesên ku siyaseta demokratîk dikin, hevşaredar, hevserok, wekîl, nûnerên saziyên demokratîk, welatparêz, demokrat neyên girtin em dibêjin Na!

Ji bo ku xwîna Ozgecanan li erdê nemîne, ji bo ku li her deverê tecawizî jinên me nekin, li naverastê pehîn li wan neyên xistin, neyên şewitandin em dibêjin NA!

Ji bo ku zarokanîna me ji bo berjwendiyên qirêj ên hinan neyê bikaranîn em dibêjin NA!

Ji bo giyanên ku serê xwe netewandin ên Mehmet Tûnc, Sevê, Pakîze, Fatma, Asya, dayika Taybet û Cemîlan ku li Cizîrê, Sûrê, Nisêbînê û li hemû Kurdistanê tenê ji bo xweserî xwestin hatin qetilkirin, em dibêjin, Na!

Ji bo ku li vê cografyayê ku bi hezaran sal in bi hevparî em lê dijîn, ji bo ku em nasnameyên xwe bi biratî bi hev re bijîn, dawî li axayên şer, YEK-ZILAMÎ bînin em dibêjin NA!

Li dijî desthilatdarî û destûra AKP’ê ya ku bi rêxistina çete DAIŞ’ê re hevkarî kir em dibêjin NA!

Ji bo ku komkujiyên weke Pirsûs, Enqere, Amed, Dîlok, Stenbolê ku bi hevkariya AKP-DAIŞ’ê hatin kirin, careke dî nebin, em dibêjin NA!

Bi giyanê Paşa Enwer da ku welatên din neyên dagirkirin û beleheq mirov neyên kuştin em dibêjin NA!

Em ji destûra ‘YEK-ZILAMÎ’ re ku nelirêtiyê, diziyê, bertîlê, şelihandinê rewa dike, qesra xwe bi diziya keda karker lêdike û bi milyaran xwe xwedî dike dibêjin, NA!

Ji bo ku dayik li vî welatî her roj bi dehan cenazeyan ranekin, ji bo ku şer nebe dibêjin NA. Ji bo ku sûcdarên şer, destjhilatdariya faşîst a ku fermana komkujiyê dayin werin darizandin em dibêjin Na.

Li dijî vê destûra tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ku li dijî darbeyê darbe kirin, welata seranser bi yasayên Rewşa Awarte bi rê ve dibin û wê bi rê ve bibin, dibêjin NA!

Ango ji bo hilmeke bi rûmet, ji bo jiyaneke azad, ji bo ku em bibin civakeke xwedan sinc û bi ûcdan em dibêjin, NA!

Ku jin bibêjin NA wê jiyan biguhere, siyaset biguhere. Me jinan heta niha tim got, ‘erê, çi qasî me got ‘erê’ em hatin mêtin, çewisandin, hatin kuştin, tecawizî me hate kirin. Bi gotina ‘Na’ em dikarin jiyaneke wekhev û azad ava bikin. Em hemû bi hev re li dijî vê pergala zilam-serwer re bibêjin NA. Em di jiyaneke azad û demokratîk de bijîn. Li ser vê zemînê em weke KJK’ê di serî jin bang li hemû dayik, ciwan, hêzên demokrasiyê dikin ku li dijî vê sîstema faşîst, li dijî vê destûra faşîst bibêjin Na. Em bang li her kesî dikin ku bi fedekariyeke mezin bêyî ku em bibêjin karê biçûk-mezin mal bi mal, kuçe bi kuçe, tax bi tax  bixebitin, derdora xwe ronî bikin û birêxistin bikin."