KJC: Komkujiya Parîsê ji bo me sedema şoreşê ye

Komalên Jinên Ciwan (KJC) bi wesîleya salvegera komkujiay Parîsê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, ew ê xwedî li xeyalên Sakîneyan derkevin. KJC got, komkujiya Parîsê ji bo wan sedema şoreşê ye.

Bi wesîleya salvegera komkujiya Parîsê, ku di 9'ê Çileya 2013'an de şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin kuştin, rêxistina jinên ciwan Komalên Jinên Ciwan daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, bîranîna her sê jinên şoreşger ên Kurd rêya wan ronî dike û hat gotin, "Em soza xwe dubare dikin ku em ê bi azadkirina Rêberê xwe re xwedî li xeyalên wan derkevin."

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin, Sakîne Cansiz xeta jiyanê ya jinan, Leyla Şaylemez pêşenga jinên ciwan û Fîdan Dogan jî dengê azad ê tevgera jinê ye û hat ragihandin, kuştina wan peyama gefê ya hêzên hegemon a li dijî jinan e.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Jinên ciwan li dijî vê komkujiyê, di şexsê Şehîd Ronas, Şehîd Bermal, Şehîd Bêrîvan û Şehîd Axînan de bi berxwedanê bersiv dan zaliman. Di her kar, çalakî u rêxistiniya xwe de em ê sekna Şehîd Sara nemir bikin û bi vî rengî tevlî têkoşîna şoreşê bibin. Em bi biryar in ku di sala 4'an a komkujiya parîsê de, mîna Axîn û Ronasan hesab bipirsin. Şehîd Sara çawa ku tuf li rûyê zaliman kir, weke şopdarên têkoşîna wê em ê jî di şexsê dewleta Tirk de hesab ji hêzên komploker bipirsin. Lazim e hemû jinên ciwan ên welatparêz, demokratîk û sosyalîst ji malên xwe biherikin kolanan û hesab bipirsin. Komkujiya Parîsê sedema me ya şoreşê ye."