KJC: Em ê hesab ji dewleta Tirk a faşîst bipirsin

Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan (KJC) diyar kir, ku ew ê sala 2017'an bikin sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hesab ji komplokeran bipirsin.

Komalên Jinên Ciwan (KJC) bi wesîleya 18. salvegera komploya 15'ê Sibatê daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga mezinkirina têkoşînê kir.

Di daxuyaniya KJC de hat ragihandin, afirînerê azadî û rastiyê, Rêberê Gelê Kurd û Têkoşîna Azadiyê ya Kurd Abdullah Ocalan, beriya niha bi 18 salan, di encama komlpoyeke xayinî de dîl hat girtin û hat destnîşankirin, ku ew ê hesab ji hêzên komploker û nokerên wan bipirsin.

Koordînasyona KJC'ê da xuyakirin, ku ew ê di çarçoveya şiyara 'Bi pêşengtiya jinên ciwan serhildan, heta azadiya Rêbertî tolhildan' ew ê hemû çalakiyên xwe jib o azadiya Ocalan pêk bînin.

Koordînasyonê destnîşan kir, ku komploya navneteweyî di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji bo tinekirina têkoşîna jinê hatiye kirin û got, "Dewletên ku dixwazin jinan dîl bigirin, bikin kole, Rêberê me yê ku nasnameya jinê ji nû ve afirand, dîl girtin. Jinên li Rojhilata Navîn, ku haya xwe ji vê rastiyê heye, Rêber Apo weke Rêberê xwe qebûl kirin. Rêber Apo weke Rêberê hemû jin û gelên Rojhilata Navîn hatiye qebûlkirin. Têkoşîna Azadiya Jinê bi jinên ciwan ber bi azadiyê ve dimeşe û wê bi jinên jinan hê mezin bibe. Heta ku em gelên Rojhilata Navîn azad bikin, em ê projeya azadiyê ya Rêberê xwe jî gav bi gav bi cih bînin. Hêza ku vê pêk bîne, jinên ciwan e ku wê hesab ji zaliman bipirse. Bi ruhê azadî û têkoşînê ku Rêber Apo daye me, em ê bi ser zaliman ve bimeşin û hesab ji hêzên komploker bipirsin."

Koordînasyona KJC'ê da xuyakirin, ku ew ê sala 2017'an bikin sala saziya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Bila dewleta Tirk û hêzên komploker ên destek dane vê namerdiyê ji bîr nekin, fedayiyên Rêber Apo li her cihî ne."