Kişanak: Em ê bi piştgiriya jinan siberojê bixuliqînin

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Kişanak a hatî girtin, name û kart ji bo jinan şand. Kişanak di nameyê de wiha got: "Em radestî tarîtiyê nabin. Siberojek bi reng û ronî wê bi piştgiriya jinan û dîtina aştiyê ya jinan bê xuliqandin."

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak a li Girtîgeha Sergitî ya Jinan a Kandirayê tê ragirtin, kartekî ku wêneyê navçeya Sûr a Amedê li ser ji bo jinan şand. Kişanak diyar kir ku bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Cîhanê ku jinan kart ji bo wê şandibû nû gihişte destê wê, dereng ev peyam nivîsand, bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinan.

Nameya Kişanak bi vî awayî ye:

"Jinên hêja, we yek bi yek ji dil û can himêz dikim, rêz û silavên xwe ji bo we dişînim. Piştî mehekê kertên ku we şandî gihiştin destê min, hîskirina piştgiriya jinan ez pir keyfxweş û xuruş kirim. Kertên ku jinan 25'ê Mijdarê ji bo min şandibûn, beriya çend rojan gihişte destê min. Ez spasiya hemû jinan dikim ku piştgirî û têkoşînê didin meşandin dikim. Kertên jinên TMMOB û KESK'ê jî gihiştin destê min. Ez jî ji bo we rengê bûka baranê dişînim. Bi rengên cuda yên kombûna we ya li gel hev tiştekî pir baş e, weke rengên bûka baranê ye. Li gel min pênûsên reng û kart nîne. Nizanim çima pênûsên bi reng qedexeye? Ez fêm nakim. Baş bû pelên min ên bi reng hebûn. Ez wisa fikirîm ku eger li ser panoyê li gel hev danin wê rengê bûka baranê bide. Eger ku ronî û ronakbîrî hebe wê reng jî hebe. Rengên tarî dikuj e. Ev qanûnekî xwezayiye. Îro tarîtî dixwaze me teslîm bigire û hemû rengan tine bike. Em teslîmî tarîtiyê nabin. Siberojek bi reng û ronî wê bi piştgiriya jinan û dîtina aştiyê ya jinan bê xuliqandin."