KBDH: Di 1'ê Gulanê de em ê têkoşînê li qadan mezin bikin!

KBDH'ê got, "Di 1'ê Gulanê de em ê li qadan bin, li Taksîmê bin ku li me qedexe kirine û em ê têkoşînê mezin bikin."

Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBDH) li ser 1'ê Gulanê daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, "Me bihar pêşwazî kir; 8'ê Adarê bi hêrs û raperîna xwe daketin qadan. Di serî de Taksîm a li me hatiye qedexekirin, li meydanên bajaran em bi ser bendan ve meşiyan, me kolan û qad azad kirin. Karker, kedkar û bindest bi têgihiştina ku gelê Kurd azad nebe nikarin azad bibin, ji bo erd û ezmanan bi rengê kes, sor û zer bixemilînin, 21'ê Adarê li her derê herikîn qadên Newrozê. Niha jî bi hêza ji 8'ê Adarê û Newrozê wergirtî em ber bi 1'ê Gulanê ve dimeşin."

'HÊRSA ME JÎ, KÎNA ME JÎ MEZIN DIBE'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku krîza aborî ya heyî karker, kedkaran hîn bêhtir dixe nava xizaniyê û hate gotin, "Li aliyê din jî di serî de hêza sermayedar a ku desthilatdariya faşîst a AKP'ê xwe dispêrê, ji bo bûrjûvaziyê, bi berdêla tunekirina xweza û qadên jiyanê yên kedkaran, qadên nû yên razemeniyê ji sermayeyê têne avakirin."

KBDH'ê destnîşan kir ku bi krîza li qada aborî, siyasî û civakî re her pêla êrişê ya ku xizanî û birçîbûnê zêde dike, her dorpêçiya faşîst kîn û hêrsa wan mezin dike.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Tevgera jinê, bi kûrbûna nakokiya çînî û zayendî re, îtiraza jinê, hêrs û raperîna jinê mezin dike."

'ŞERÊ ME JÎ WÊ MEZINB IBE'

KBDH'ê got, "Hêrsa me jî, şerê me jî wê mezin be" û wiha dewam kir, "Ev şer; li dijî şer û dagirkeriya ku dewleta faşîst a mêtinger li Kurdistanê dimeşîne, ji bo xwedîderketina li daxwazên azadiyê yên gelê Kurd e, bi vê yekê re bilindkirina şoreşa Kurdistanê û Tirkiyeyê ye. Li dijî rejîma faşîst a ku şeva 17'ê Nîsanê dest bi êrişeke nû ya dagirkeriyê kir, ev têkoşîn ji bo tevlîbûna li têkoşîna gerîlayên Kurd e ku bi jin û mêr li dijî vî şerî li Zap, Avaşîn û Metînayê şer dikin. Ji bo bilindkirina têkoşîna azadiyê ya li her bihosta Kurdistanê ye, ji bo mezinkirina têkoşîna yekbûyî ye.

Em jin, bi taybetî û giştî; jiyana ku sîstema kapîtalîst a patriyarkal li me ferz dikin, red dikin. Lêgerîna me ya azadiyê, pêwîstî, hesreta me êdî li nava sînoran nayê ragirtin. Statukoyê parçe dike; em têkiliya mêtingerî û zordariyê ya li se bedena xwe red dikin.

Ji bo hilweşandina desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst ku dijminê karkeran, jinan û gelê Kurd e, em ê li refên herî pêş şer bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo cîhaneke wekhev ji bo her kesî, em ê di 1'ê Gulanê de li qadan bin, li Taksîmê bin ku li me hatiye qedexekirin û têkoşîna xwe em ê mezin bikin."