Kansêra kezebê li nav jinan zêde dibe

Li gorî lêkolînekê kansêra kezebê li nav jinan zêde dibe.

Di Kongreya Nexweşiyên Singê de ya bi Zimanê Fransî ku di navbeyna 21-23'yê Çile de wê were kirin, têkilî nexweşiya kezebê encamên ku mirov ditirsînin derketin holê.

Piraniya nexweşiyên tendirstiyê ji ber krîza hêla Covîd-19'ê nehatin dîtin, li gorî lêkolîneke nû kansêra kezebê weke hêleke cîhanî xasma jî derbê li jinan dide.

Li gorî malpera France Interê rewşa dawî ya vê hêlê wê were nirxandin. Di lêkolînê de ya bi vê armancê zanyaran bala xwe dane ser 9 hezar nexweşî. Daneyên niha dane ber daneyên salên 2000'î.

Li gorî lêkolînê ya ku li ser 9 hezar nexweşî hatie kirin, sala 2020'an 34 ji 100'î yên nexweşên kansêra kezebê jin in, sala 2000'î ev rêje 16 ji 100'î bû.

Li nav jinên temenê wan bin 50'î, rêjeya kansêra kezebê li nav jinan 41 ji 100'î ye.

Li gorî lêkolînê 85 ji 100'î yê kansêra kezebê ji ber çixarê ye.