Kampanyaya ‘Em ê bi Rêbertiyê re teqez bi serbikevin’ li Stenbolê jî starta wê hate dayîn

TJA’yê pişît Amedê li Stenbolê jî bi dirûşma ‘Em ê bi Rêbertiyê re teqez bi serbikevin’ starta dema duyemîn a kampanyay Ocalan da destpêkirin.

Hevparên Tevgera Jinên Azad (TJA) a Stenbolê, strata dema duyemîn a kampanyay “Em xwedî li Rêbertiya xwe, Xaka xwe û Azadiya xwe derdikevin” destpêkir. Kampanyaya ku wê di bin sirûda “Em ê bi Rêbertiya xwe re teqez bi serbikevin” bi aktivîteya li Rêxistina HDP’ê ya navçeya Bagcilarê hate lidarxistin, hate ragihandin. Jinên TJA’yê deklerasyona “Ji Diktatoriyê re NA” jî eşkere kirin.

Di salonê de li gel pankarta bi nivîsa “Jin Ji Bo Diktatoriyê Dibêjin NA”, wêneyên Hevserokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Salahattîn Demîrtaş û parlemeteran hate daliqandin. Jin bi cil û bergên Kurdî başdarî aktivîteyê bûn.

DEKLERASYONA ‘JI DIKTATORIYÊ RE NA’

Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Pervîn Bûldan û Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Koçgigît jî beşdarî aktivîteyê bû. Deklerasyona “Ji Diktatoriyê Re NA” ji aliyê endama Koordînasyona TJA Stenbolê Hulya Avşar ve hate xwendin. Di deklarasyoyê de ev tişt hate gotin:

Li şûna ku Birê Abdullah Ocalan ê ku tevahî jiyana xwe daye aştiyê û di her kêliyê de ji bo xwîn nerije dixebite û li aliyê din hikûmetekî ku ji bo desthilatdariya xwe bidomîne û tabûr tabûrên ciwanan li pey ve dide kuştin, dixwaze bikeve ser hikûm. Ev wê bi têkoşînê bê derbaskirin.

Rewşa Awarte ya ku bi darbeya 15 Tîrmehê ve destpê kir, bi rêve dibin û dixwazin vê darbeyê bi referandûmê temam bikin. Di vê navberê de jinên Kurd koçber kirin, bi hezaran jinên kedkar ji karê wan hatin dûrxitin, bi rêya qeyûman hilbijêrên jin û bi sedan saziyên jinan hatin girtin, jinên akademîsyeên, rewşenbîr û parlementerên jin ên ku ji bo aştiyê têkoşîn didin meşandin hatin girtin. Di nava civakê de mêrê ku hate mîlîtarîzekirin dest bi talan û xespê kirin.

Hinceta yekem a derbasbûna sîstema Serokatiyê, li dijî gelê Kurd konseptekî nû ya şer dana destpêkirin û nixûmandina nelirêtiyên ku hatine kirine. Ji ber vê sedemê rêya herî esas a gerantiya nirxên komara demokratîk û rejîma diktator, pirsgirêka Kurd li ser tewerên rast bê çareserkirine. Pêwîste ku Abdullah Ocalan bê azadkirin, pêwîstî bi fikir û hestên wî yên exlaqî hene ku bikeve rojevê.

Em jin di wê baweriyê de ne tevî hemû qetlîam, zext, êşkence û êrîşan jî wê heqîqet bi teqez biserbikeve. Azadiya ku me di serhildan, çiya û kolanan mezin kirî ti hêz nikare ji me bigire. Li ser vî bingehî dema duyema a Kampanyay “Xwedî li Rêbetiya xwe, Xaka xwe û Azadiya xwe derdikevin” di bin navê “Em ê li gel Rêbertiya xwe teqez bi serbikevin” dewam bikin. Wê bi teqez diktator winda bikin. Em weke Jinên TJA’yê dest bi kampayaya “ Ji Diktatoriyê Re NA” dikin û em dibêjin; “Wê bi teqez azadî bi serbikeve.” Ji bo vê li dijî yek rengiyê,pir rengî, li dijî yek fikrê gelek fikir em ê qîr bikin. Jinên hêja em di bêjin; ev dem ê me ye, em azadî ya me ye, jiyanekî bi rûmet a me ye, edalet a me ye em berxwedan in.”

BÛLDAN: YÊN KU DIBÊJIN ‘NA’ HÊ BI HÊZTIRIN

Piştî ku deklerasyona hate eşkerekirin û şûn de Parlemetera HDP’ê ya Stenbolê Pervîn Bûldan wiha got: “Distûra Bingehîn a 82’an ku Kenan Evren amadekiribû ji derveyî windakirina Tirkiyeyê tiştekî din bi xwe re neanî. Di serî de Kurd, baweriyên cuda, nasnameyên cuda yên ku li Tirkiyeyê dijîn ku bi vê Distûra Bingehî tine tên hesibandin, dixwazin bê gûhertin. Lê em carekî din dibînin ku li Tirkiyeyê Distûrekî Bingehî ku di serî de Kurd û pêkhateyên cuda ku tine dihesibînin di rojevê de ye. Em neçarin ji bo gûhertina vê distûra ku di bin destê AKP-MHP’ê re hatî derbaskirin li rê û rêbazên cuda bigerin û bibînin.”

Bûldan diyar kir ku Distûra Bingehîn a nû wê ji bo Tirkiyeyê faşîzm û diktatoriyê bîne. Bûldan bi bîr xist ku yên bêjin ‘HA’ hêza wan û têkoşîna wan hê xurtire. Bûldan wiha pê de çû: “Eniyekî din jî heye ku dibêje ‘NA’. Em baş dizanin ku sedemê CHP’ê ya gotina ‘NA’ çiye. Em li dijî ‘NA’ ya wan in jî, ji ber ku naxwazin Distûra Bingehîn a ku niha dimeşîne bi ti awayî bê gûhertin û naxwazin statuka wê bê gûhertin, ji bo wê dibêjin ‘NA’. Lê ‘NA’ ya me ji ya wan cudatire. Em behsa Distûrekî bingehîn dikin ku Kurd, Elewî, jinan bigire nava xwe û nasnameyên cuda bixe nava gerantiyê. Ji ber vê kampanya girîng e.

‘YÊ WINDA BIKE WÊ ERDGAN BE, YÊ QEZENÇ JÎ BIKE WÊ GELÊ TIRKIYEYÊ BE’

Bûldan a ku got: “Ji bo gotina ‘NA’ gelek sedemên me hene” wiha dewam kir: “Yek ji sedema me ya herî esasî ew e ku niha tecrîda girankirî ya li ser Birêz Abdullah Ocalan ê ku li Gireva Îmraliyê tê ragirtin e û gihiştina azadiya wî ye. Ji bo parlementerên me yên li girtîgehê, Ayla Akat Ata, Sabahat Tuncel em ê bêjin ‘NA’, ji bo Ahmet Turk em ê bêjin ‘NA’, ji bo dayîka Teybet em ê bêjin ‘NA’. Em bang li hemû jinan dikin bi moralekî bilind beşdarî xebatan bibin. Eger ku di sindoqan de ‘NA’ derbike, wê Erdoganê ku heta niha zilim li Kurdan dikir winda bike, yên ku bi ser bikevin wê gelên Tirkiyeyê bin.”

KOÇYIGÎT: EM DEST BIDIN HEV EM Ê WAN DI SINDOQAN DE BIFETISÎNIN

Piştî Bûldan Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî axivî û diyar kir ku dengê Kurda zelal e û ‘NA’ ye. Koçyîgît got: “Kurd dibêjin ‘NA’. Ji bo jiyanê em dibêjin ‘NA’. Em li vî welatî ji bo wekhevî û azadiyê dibêjin ‘NA’. Ev jî di ‘NA’ya Kurdan de veşartiye. Eger ku başiya welat dixwazin werin dengê ‘NA’ bikar bînin. Bi vî awayî em dest bidin destê hev em ê wan di sindoqan de bifetisînin û bi izna xuda, êdî nikarin ji sindoqan derkevin.

Aktivîte, bi helbest gotina hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM) Baran Bozyel û Koma Îsyan Ateşî û gernadina govendê ve bi dawî bû.