BI DÎMEN

Jinên li Hambûrgê zayendîperestiya civakî nîqaş kirin

Jinên Kurd ên li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê dijîn, zayendîperestiya civakî û rê û rêbazên çareserkirina vê yekê nîqaş kirin.

Meclîsên jinan û endamên jin ên saziyên baweriyan ên li herêma Hambûrgê, roja Yekşemê li Hak-EVÎ semînerek lidar xistin. Semîner, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna berxwedêrên xwerêveberiyê yên Cizîrê dest pê kir.

Piştre Fîdan Yildirim dest bi axaftinê kir û qala bandora zayendîperestiya civakî kir. Di beşa nîqaşê ya semînerê de, rê û rêbazên pêşvebirina hişmendiya zayendî û piştgiriya jinê hatin nirxandin. Her wiha rêbazên têkoşîna li dijî zayendîperestiya civakî hatin nîqaşkirin.