Jinên li Ewropayê, Platforma NA ya Jinan ava kirin

Rêxistinên Jinan ên Kurdistanî û Tirkiyeyî, li bajarê Koln ê Elmanyayê li hev civiyan û Platforma NA ya Jinan ava kirin.

Rêxistinên Jinan li Kolnê daxuyaniyek dan çapemeniyê û gotin, "Weke Jinên kedkar, karker û koçber ên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê dijîn, di referandûma 16'ê Hezîranê de em dibêjin NA."

Platforma NA ya Jinan ji Yekîtiya Jinan a Sosyalîst li Ewropayê (SKB), Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), Tevgera Jinan a Demokratîk li Ewropayê (ADKH), Jinên ji bo cîhaneke dikare lê bê jiyîn, Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E), Platforma Jinên Kurd ên Êzidî, Jinên Kurd ên Elewî, CÎK-Jin, Jinên Ciwan û Buroya Aştiyê ya Jinan (CENÎ) pêk tê.

Di daxuyaniya platformê de hat gotin, "Me di hilbijartinên mîna 7'ê Hezîranê de li Ewropayê ji bo aştî, wekhevî û azadiyê, li dijî zayendîperestî, tekparêzî, nîjadperestî û şîdeta li jinê, li dijî êrîşên sîstema serdest a mêr a kapîtalîst, me dengê xwe bi kar anîn. Bi çalakiyên xwe yên li Ewropayê re, li dijî AKP a faşîst û Erdogan ê dîktator, ku Îslamê ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj ên siyasî bi kar tînin, li dijî zext, zordarî, komkujî û polîtîkayên dijminatiyê li jinan dikin, me bi vîn û piştevaniya jinê, kolan vala nehişt. Li pêşberî êrîşkariya AKP'ê, ku bi zîhniyeta DAIŞ'ê dest li jiyana jinan werdide, gelê Kurd dikuje, Elewî û baweriyên din ji nedîtî ve tê, êrîşî xweza, jiyan û şoreşa jinê ya li Rojava dike, em bêdeng neman.

Em ji desthilatdariya AKP'ê , ku xalên guhertî yên destûra bingehîn bi meclîsê da qebûlkirin û bi sîstema serokatiyê re hemû erkan di destê Serokkomar de dicivîne, dibêjin NA!

EM ÇIMA DIBÊJIN NA?

Weke jinên ji bawerî û nasnameyên cihêreng ên neteweyî yên ji ber sedemên aborî û polîtîk neçar man e ji Kurdistan û Tirkiyeyê koç bikin, em ji darbekarên qesrê, Rewşa Awarte û dîktatoriya şexsekî ya li erdnîgariya me re dibêjin NA.

Ji wezîrên AKP'yî heta Erdogan, em ji hemû gotin û daxuyaniyên rojane yên desthilatdariyê yên şerîatê, paşverû û senteza Tirk-Îslamê re dibêjin Na.

Dîktatoriya şexsekî wê destê dewletê, dadgeriyê, polîs û mêr xurtir bike, qirkirin, zayendîperestî, destavêtin, destdirêjî û şîdeta li jinê zêdetir bike. Ji rejîma faşîst a ku şîdetê hildiberîne re dibêjin NA.

Bi sîstema serokatiyê û rejîma dîktatoriyê re wê hemû mafên jinê werin desteserkirin, pêşî li gera azad a jinan a li nava kolanan were girtin û dest li rêbaza jiyana laîk were werdan. Ji vê re NA.

Ji şîdet û gotinên nefretê yên bi Rewşa Awarte re li dijî jinê zêde bûn re NA.

Ji polîtîkayên ku jinê di malê de hepsî dike, NA.

Ji nêzîkatiya ku biryarê dide, divê em çend zarokan bînin dinyayê re NA.

Ji yên mafê me yê kurtajê ji destê me digirin û dixwazin li ser bedena me bibin xwedî mafê biryarê, NA.

Ji standina mafê me yê hevserokatî û temsîliyeta wekheviyê, ji girtina wekîlên me yên HDP'yî û ji girtina hevşaredarên me re, NA.

Ji destûra bingehîn a zayendîparêz, nîjadperest û dijminê jinê re NA.

Ji dadgeriya ku cezayê têrker nade mêr û bêedaletiyê re NA.

Ji bo destek ji jin û dayikên ku li dijî şerê serdestan dibêjin aştî û biratiya gelan, dibêjin bila zarokên me nemirin û mafên gelê Kurd bên naskirin, li dijî şerxwaziyê, NA.

Li dijî rejîma AKP'ê ku dixwaze Elewî û Sûdiyan berde hev, ji bo xwedî li daxwazên jinên kedkar ên Elewiyan ku ji bo mafê xwe yê çandî û bawerî têdikoşin, ji desthilatdariya 'yek baweriyê' re NA.

Li dijî faşîzma dijminê mirovahiyê, ku dixwaze gelê Kurd ê dibêja wekhevî, demokrasî û aştiya bi rûmet û gelê Tirk bike dijminê hev, bedenên gerîla yên tazî li kolanan digerîne û şerê xwe yê tecawizê dixwaze li ser bedena jinê bi ser bixîne, NA.

Ji girtina rojnamevan, nivîskar û akademîsyenên pirtûkên jinê dinivîsînin, bernameyên jinê çêdikin û mafên jinan diparêzin, NA.

Ji bo hesabê Sakîne, Fîdan û Leyla were pirsîn, NA.

Ji bo hesabê Hatîce, Polen û Saadetên li Pirsû, Enqere û gelek cihên din bi bombeyên paşverûtiya AKP û DAIŞ'ê jiyana xwe ji dest dan were pirsîn, NA.

Ji bo em bêjin NA, gelek sedemên me hene. Em jin kampanya 'NA' weke mafekî xwe yê xweparastinê dibînin. Em ê piştgiriya jinê ya xurt a ji eniya jinê, ji Ewropayê belavî Kurdistan û Tirkiyeyê bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ew ê bi qîrîna îsyanê ya 8'ê Adarê re bêjin 'NA' û li dijî dîktatoriya şexsekî bang li her kesî kir, ku biçin ser sindoqan û dengê 'NA' bi kar bînin.