Jinên li Edeneyê li aqûbeta Mujgan Ekîn pirsîn

Jinên HDK'yî û TJA'yî li aqûbesta Mujgan Ekîn pirsîn.

Meclîsa Jinê ya HDK'ê Şaxê Edeneyê û Koordînasyona Tevgera Jinên Azad (TJA), li aqûbeta xebatkara Ozgur Gun TV pirsîn ku ev 45 roj in agahî jê hayê girtin.

Jinan bi vê armancê li avahiya HDP'ê ya Bajêr civîneke çapemeniyê lidar xistin û dewîzên, "Bila Mujgan winda nebe", "Dewletê Mujgan girt, em bi saxî ji dewletê dixwazin" hildan.

Li ser navê jinan Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Gulseren Tûral axivî û destnîşan kir, ku ew dixwazin Mujgan bi saxî bibînin. Tûral anî ziman, ev 45 roj in ew agahiyê ji Mujgan nagirin û heta jê agahiyekê bigirin, ew ê her li aqûbeta wê bipirsin.