Jinên Kurd ên li Ewropayê dest bi kampanya 'Na' dikin

Jinên Kurd ên li Ewropayê ragihandin, ku ew ê di referandûmê de bêjin 'Na'. Jinan destnîşan kirin, dengê 'Na' yê di referandûmê de, di heman demê de rabûna li ber sîstema îşkenceyê ya li Îmraliyê ye.

Pêkhateyên Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê, têkildarî referandûma li ser rejîma 'şexsekî' îro daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîşên qirkirinê û zordariya rejîma AKP'ê û hat gotin, "Ji bo dîktatoriya rejîma Erdogan mayînde bikin, guhertina destûra bingehîn pêşkêşî referandûmê dikin. Ev yek, bi rêxistinkirina jiyana bi yek rengî, yek ziman, yek welat, yek çand û yek baweriyê li ser bingeha netewperestî, milîtarîzm û nîjadperestiya faşîzmê ye."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ev guhertina destûra bingehîn wê dijminatiya li gel û baweriyên cuda sor bike û ji bo nebin 'hevparê vî sûcî' divê her kes ji vê yekê re bêje 'Na'.

Di dewama daxuyaniyê de, girtina komele, rojname, ajansa û kovarên jinan, girtina hevserok, hevşaredar û parlamenter û mohrkirina deriyê navendên jinan di dema Rewşa Awarte de hat bibîrxistin û hat gotin, di nava vê demê de bûyerên destavêtin, destdirêjî û şîdeta li jin û zarokan, komkujiya jinan qat bi qat zêde bûne.

WÊ ÇI BÊ KIRIN?

Hat destnîşankirin, ku divê 'Eniyeke Na' ya mezin bê avakirin û li ser karê di dema referandûmê de bê kirin ev agahî hatin dayîn:

1- Lîsteyên hilbijêran wê bên nûkirin. Ji bo vê jî wê komîteyên hilbijartinê yên jinan ên li bajar û taxan bên avakirin.

2- Civîn û mîtîngên girseyî yên jinan wê werin lidarxistin.

3- Ji bo jin bi rengekî çalak tevlî pêvajoya referandûmê bibin, wê tevna rêxistinî bê berfirehkirin.

4- Di vê çarçoveyê de, di serî de komîteyên xebatê yên pêkhateyên TJK-E, wê hemû meclîs, komun, komeleyên jinan û însiyatîf di nava plansaziyeke aktîf de bixebitin.

5- Ji bo çavdêriyê li pêvajoya referandûmê bikin, wê hewldan bê kirin ku çavdêrên OSCE û navneteweyî biçin navneteweyî biçin Tirkiyeyê."

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Di vê çarçoveyê de, weke jinên Kurd ên li Ewropayê dijîn, em bi bîr û baweriya 'Rabûna li ber dîktatoriyê, rabûna li ber sîstema Îmraliyê ye' dest bi kar dikin.

Weke pêkhateyên Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê, li dijî rengekî em ê pir rengî, li dijî yek zimanî em ê pir dengî, li dijî yek nêrînê pir nêrînan, li dijî yek tîpê, pir rengiyê xurt bikin û heta dawiyê xwe bi rêxistin bikin."

BEŞDARÊN KAMPANYAYÊ

Saziyên kampanyayê organîze dikin ev in:

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê -TJK-E
Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê -YJK-E
Tevgera Jinê ya Sara li Swêdê
Tevgera Jinên Kurd li Swîsreyê
Meclîsa Jinê ya Ronahî li Lîege
Meclîsa Jinê ya Bêrîtan li Brukselê
Meclîsa Jinê ya Slava li Anversê
Meclîsa Jinê ya ya Ronahî li Den Haagê
Meclîsa Jinê ya Rojbîn li Amsterdamê
Meclîsa Jinê ya Fatoş Saglamgoz li Arnheîmê
Meclîsa Jinê ya Roj li Londonê
Komeleya Jinê ya Avesta li Viyanayê
Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan li Marsîlyayê
Meclîsa Jinê ya Çîçek Botan li Evry
Meclîsa Jinê ya Ekîn Wan li Drancy
Meclîsa Jinê ya Zîn li navenda Parîsê
Meclîsa Jinê ya Sara Rojbîn li Rennesê
Komuna Jinê li Normandiyayê
Komuna Jinê li Creîlê
Komuna Jinê li herêma Strasboûrgê
Komuna Jinê ya Ekîn Wan li Marîgnaneyê
Meclîsa Jinê ya Sevê li Danîmarkayê
Însiyatîfa Jinê li Norwêcê
Însiyatîfa Jinê li Fînlandiyayê
Însiyatîfa Jinê li Torontoyê
Însiyatîfa Jinê li Montrealê