Jinên Kurd ên hatin qetilkirin li Amedê hate bibîranîn

Jinên Kurd ên siyasetmedar ku li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin, li Amedê hatin bibîranîn.

Li Amedê Tevgera Jinên Azad (TJA) a hevparên Rezanê, ji bo jinên siyasetmedar ên Kurd  Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên ku li Silopiyayê û jinên siyasetmedar ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku li Parîsê hatibûn qetilkirin li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) aktivîteyek li dar xistin. Di aktivîteyê de hevseroka DBP'ê Rûken Acar, Jinên HDP û DBP'yî, Komeleya Ximên xwe Winda kirine ya Mezopotamyayê (MEYA-DER), rêveberên Meclîsa Dayîkên Aştiyê û gelek kes beşdar bûn. Di salonê de ku jinên Kurd ên siyasetmedar hatin bi bîr anîn, wêneyên wan hatin daliqandin.

Piştî rêzgirtinê Hevseroka DBP'ê ya Rezanê Arzû Karaman axifî û bal kişand ser têkoşîna jinên Kurd ên siyasetmedar û wiha got: "Îro, Sakîne Cansiz û hevalên wê hatin qetilkirin, lê bi milyonan jinên Kurd têkoşîna wan dewam dikin. Sakîne Cansiz li girtigehê hişmendiya dewleta Tirk a dagirker derxist holê. Em ê her demê şopdarên wan bin."

Piştre jî Hevseroka DBP'ê Rûken Acar jî axifî û diyar kir ku jinên Kurd ên siyasetmedar bûn pêşengên têkoşîna jina Kurd. Acar wiha axivî: "Bi saya pêşengtiya wan ev têkoşîn belavî çar aliyan bû. Bûn şopdarên têkoşîna jina Kurd a hemdem. Ew wê her demê di ruhê têkoşîna jina Kurd de cih bigirin. Em weke jin her demê deyndarê têkoşîna wan in."

Piştî axaftinan sînevîzyona ku têkildarî têkoşîn û şoreşa jina Kurd hatibû amadekirin hate pêşkêşkirin.