Jinên ku dibêjin ‘NA' ji bo NA dest bi kampanya xwe kirin

Jinên ku dibêjin ‘Na‘ bi deklerasyonekê dest bi Kampanya xwe kirin û gotin; “Em jin li dijî Serokatî û rejîma yek mêrî , ji bo pêşeroja xwe, azadiya xwe û hemû destkeftiyên xwe dibêjin NA."

Komek jinên ku xwe bi navê “Jinên Dibêjn "NA" bi rexistin kirin, li Otela Taksim Hîllê bi deklerasyonekê starta Kampanya "NA" dan. Jinan bi civîna çapemeniyê starta kampanya "NA" dan û sedemê wê parve kirin. Jinan li salonê dowîzên “Jinên Dibêjn "NA" rakirin û bi kawizên reng û reng ên li ser çima "NA" nivîsandiye belav kirin. Di civînê de li gel kaziyên reng û reng rozetên li ser “NA" Hatiye nivîsandin jî hatin belavkirin. Di civînê de Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Kiliç Koçyigit, Berdevka Meclîsa Jinên Sosyalist (SKM) Fadime Çelebi, Nûnerên Platforma Em wê Cinayetên Jinan Rawestînin, Tevgera Jinên Azad (TJA), Nûnerên CHP û HDP'ê û nûnerên gelek saziyên din ên jinan amade bûn. 

‘JI ÎNATÊ RE ÎSYAN JI ÎNATÊ RE AZADÎ'

Civînê bi strana "Ji înadê re îsyan ji înatê re azadî" ku ji aliyê Orkestraya Jinê ya Stenbolê ve hatiye amadekirin dest pê kir. Piştî stranê Endama Koordînasyona Jinên Dibêjin Na Rojda Yildiz axaftina vekirinê kir. Yildiz, diyar kir ku ew hevî dikin ku NA ji bo her kesî bibe sedema xêrê û wiha got: "Ger ku em ew qas bi jinê, pirtûk, helbest û muzîkê re bin wê bibe wesîleya xêrê. Îro ji bo em her kesî guhdar bikin û îtîraza jinan guhdar bikin me xwest vê rojê organize bikin. Di salên dawî de jin di malê de zêde tên hepiskirin ji bo em ji vê yekê re bêjin NA bikin sedema xêrê em êdî dibêjin BES e. Em naxwazin biryara der barê me de hin kesên din bidin. Ji ber vê eykê em dibêjin NA. Em ji hemû pêkanînên ku vîn û dengê me qud dike re dibêjn NA. 

DEKLERASYONA JINÊN DIBÊJIN NA WIHA YE

Piştî axaftinê jinên ku kampanya "Jinên Dibêjin NA" bi rêxistin kirin yek bi yek dawetî ser dikê hatin kirin. Pişti silavê metnê deklerasyona NA hat xwendin. Endama Koordînasyona "Jinên Dibêjin NA" Burçak Gorel xwend. 

Deklerasyona "Jinên Dibêjin NA" wiha ye: 

“Em dengê NA-Xêrê ji piştevaniya jinê ku hêza xwe ji jinê digire bilind dikin. Em wekî "Jinên Dibêjin NA" ji bo NA-Xêrê ketin rê. Em diwazin hemû bi hevre li pêşeroja xwe û jiyana xwe xwedi derkevin. Em kîne çi dixwazin. Em çima bi israr û înat dibêjin NA?

Em jinên ku ji nasname, bawerî, ziman, çand, reng û nasnameyên cuda hatin li hev kom bûn û ji bo na me xwe birêxistin kirin. Em ji partî, komele, sendîka û rêxistinen cuda hatin cem hev û li dora NA xwe bi rêxistin kir. Em ji bo jiyanek baştir û bi xêrtir hevî geş dikin. Em di cîhana ku milyonek sal dîroka wê heye têkoşîna hebûnê didin. Dîrok hat guhertin, lê hevî û tekoşina ku xwişkên me dewrî me kiriye qet nehat guhertin. Naye guhertin jî. 

Em wekî jin ji bo azadiya xwe û destkeftiyên xwe li dijî OHAL'a ku rê li pêş me digire wê ji bo Qanûna Bingehin di Referandumê de bêjin NA. Em wekî kirde û vinek polîtîk ketin rê. Ji bo parastina ked, nirx û qîmetê xwe yên ku be bi têkoşînek mezin bi dest xist û mafê heyî bi dest bixin û nexin nava du lêvê yek mirovî em li diji Rejîma Yek Mirovî dibêjin NA. 

Em jin di Referandumê de ji Serokdewletiyê re dibêjin NA. Ji ber ku em dibînin u dijîn. Em naxwazin ked û mafê me dubare bê binpêkirin. Em ji bo demokrasî, wekheviyê dibêjin NA. 

Em dizanin Serokdewletî tê çi wateyê. Em li dijî hemû polîtîkayên mêrê serdest ê zayendîperest ji bo parastina nirxên xwe dibêjin NA: 
Em bi zanist û mecbûryeta bilindkirina denge ‘Na’ derketin rê. Ji ber ku en talukeya li ser derî disekine dibinin. Ji ber pêkanînên li ser jinan tê meşandin em dizanin ku ev pêvajo ji jinan re tê çi wateyê. Lê tişek din heye ku îro Jinên Dibêjin Na baweriya xwe pê tînin. Dema em jin tên cem hev ti hêz nikare li pêşiya me bisekine.

Jinan di dîroka xwe ya têkoşînê de gelek êrîş dîtin û em îro jî rastî êrîşên mezin tên. Me dest jê berneda. Gotin qedexeya qanûna kurtajê; me go Na û em derketin kolanan û me got leşê me yê me ye. Gotin tecawîz me got Na; bi hezaran jin derketin kolanan, gotin wê qanûn di meclîsê re derbas nebe û me ne hişt qanûn derbas bibe. Gotin OHAL me got Na; di OHAL’ê de jî me got di her rewşê de li ber xwe bidin û me têkoşîna xwe bi piştevaniya jinan mezin kir. Îro dema em hemû tecrûbeyên xwe datînin pêşiya xwe jinên ku bi piştevaniyê gotin NA, em bi baweriya wan carekdin bi hemû hêza dibêjin NA!

Di rojên îro de ku bombe dikevin nava jiyana em, ji ber kesên di şer de israr dikin ciwan dimirin, em wekî jinên Di Aştiyê de Israr dikin, li dijî OHAL, qanûna bingehîn û rejîma zilamekê Na’yên xwe zêdedikin û ji bo civakek wekhev û aştiyane avabikin bi hemû hêza xwe dibêjin NA. Ji ber ku em li mal, tax, kolan, dibistan, cihê kar, meclîs û cihên dewletê de wekhevî dixwazin û li van cihan jiyan û siyasetê diafirînin dibêjin NA.

Em carekdin nû dikin; Ji bo em îro veguherînin û sibe biguherînin niha bi gotina NA destpê dikin. Em ê bi gotina NA ya ji devê her jinekê derdikeve gavekê ji bo siberoja xwe bavêjin û em ê hertim ji rejîma ku jiyana me dixe nava lêvên zilamekê re bêjin Na.

Em wekî jin, ji serokatiyê, rejîma zilamekê, ji bo azadiya xwe, ji bo wekheviyê, ji bo siberoja xwe, ji bo hemû destkeftiyên me û tiştên emê bidest bixin dibêjin NA.”

'KURSIYA VEKIRÎ' HAK DANÎN 

Piştî delerasyonê gelek jinan mafê axaftinê girtin û di "Kursiya Vekirî" de çima dibêjin "Na" sedemên wî ragihandin.

HDP: EM Ê PATRÎARKAYAN BIXIN SANDIQÊ

Di kursiyê de ewil Endama MYK a HDP'ê Prof. Dr. Beyza Ustun axivî û wiha got: "Em ji bo vî referandumê nehatim cem hev, em weke jin jiyanê azad dikin." Ustun destnîşan kir ku çalakiya jinan mezintir e û wiha berdewam kir: "di referandumê de reîsên wan, yek perestên wan, patriarkayên wan em ê bixin sandoqê." Ustun got ku wan soz dane jinên ku têdikoyin û bal kişand li ser şervanên jin ên li Rojava û wiha pêde çû: "Soza me ji hevalên me yên jin ên ku bedenên wan ji aliyê zilaman ve li erdê hatin kaşkirin hene, em ê jiyanê azad bikin. Soza mu ji hevalên me yên ku li ber xwe didin, dibêjin aştî, têdikoşin, jiyan û mafên wan tune tên hesibandin de heye. Em ê li her derê jiyanê azad bikin, qad ên me ne. OHAL a wan nexema me ye."

CHP: ROJ ROJA HATINA CEM HEV BÛ

Endama MP a CHP'ê Canan Kaftancioglu jî bal kişand li ser jinên ku hatine civîna çapemeniyê û got ku "roj roja hatine gel hev bû" ev yek jî nîşan dide ku di referandûmê de wê "Na" derkeve. Nivîskar Oya Baydar jî diyar kir ku ti fêdeya tirsê ji ecel re tuneye û yên ku bibêjin "Na" mirovên aştîxwaz ên vî welatî ne. Baydar wiha got: "Divê em yekîtiya xwe xira nekin, dibe ku armanca 'na'yên me cude be. Ev ne girîng e. Em bi yek devî bibêjin 'na' û ev bila ji bo xêrê be, ev peywira me ye."

'NA'YA JINÊN KU LI KARGEHAN LI BER XWE DIDIN PARVE KIR

Betul Celep a ku bi KHK'ê ve ji kar hate avêtin û li Kadikoyê dest bi berxwedanê kir jî diyar kir ku ew OHAL'ê jî KHK'ê jî nas nakin. Celep wiha axivî: "Em gelekî xurt in.

Ez 'Na' ya jinên ku li kargehan li ber xwe didin, ji bo mafên xwe yên sendîkayê li dijî malbat, dewlet û karsazan têdikoşin li vir parve dikim."

JINÊN ELEWÎ: JI BO BIBÊJIN 'NA' GELEK HINCETÊN ME HENE

Sekretera Rêxistinkirinê ya Federasyona Bektaşî Elewî (ABF) Sevîm Yalinciklioglu jî bi gotina "Weke jinên elewî bêguman em ê bibêjin 'na' ji bo vê gelek hincetên me hene" des bi axaftina xwe kir wiha berdewam kir: "Em elewî û jinên elewî bêguman bibêjin 'na'. Ji bo ku bibêjin 'na' gelek hincetên me hene lê vê carê em ê civatên din jî bibînin. Em jinên elewî bi Ekîn Wan bibin yek û bibêjin 'na'."

DAYIKÊN AŞTIYÊ: ME GOT 'NA' EM Ê BIBÊJIN 'NA'

Li ser navê Însiyatîfa Dayikên Aştiyê Guler Bugday jî hincetên xwe yê 'Na'yê wiha rêz kir: "Ji bo şer rawesta me got 'Na', ji bo mirov nemirin me got 'Na', bi salan e em dibêjin 'Na', Me xwest rondikên dayikan raweste. Ji bo vî şerê neheq li dijî zilma li ser jinan me got 'Na' û em ê dîsa bibêjin 'Na'."

Piştî axaftinên li Kursiya Vekirî hat kirin civîn bi muzîkên Koroya Jinê Alamorê ve bi dawî bû.