Jinên KESK'ê: Bila Sevtap Akdag serbest were berdan

Meclîsa Jinan a KESK'ê li ber avahiya Şaxê KESK'ê yê Aksarayê daxuyniyek da û diyarkirin ku pêwîst e dawî li van operasyonên keyfî were û Berdevka KESK’ê û Seroka Egitim Sen ya şaxa 8. Sevtap Akdag serbest were berdan.

Endamên Meclîsa Jinan a KESK'ê, ji bo Berdevkê Demê yê KESK'ê û Serokê Şûbeya Egîtim-Senê Sevtap Akadar serbest were berdan îro li ber bînahiya şaxa Aksarayê daxuyanî dan. Di çalakiyê de pankartên 'bi şêweyekî bê qanûnî Sevtap Akdag hatiye binçavkirin û bila serbest were berdan'  hate hildan û  alên Egitim Sen û KESK'e hatin rakirin. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên 'Mamosta Sevtap serbet were berdan' , 'zext me têk nabin' , 'Sevtap Akdag ne bi tenê ye' û 'binçavkirin, girtin û zext me têk nabin' hatin gotin.

Li ser navê Endamên Meclîsa Jinan a KESK'ê Burcu Suvari daxuyaniya çapemeniyê xwend. Suvarî diyar kir ku zihniyeta zilam a desthilatdar ya dijî jinan  ji darbeya 15'ê Tîrmehê ve ketiye dilqekî dî. Darbeya ku hatî kirin firset hatiye dîtin û di bin navê Rewşa Awarte de bi Biryarnameyên di Hûkmê Qanûnan de ji kar derxistina rojnamevanên jin, akademisyen, parêzvanên aşitiye, kekdar ku tên binçavkirin, girtin û dişînin girtîgehan û îxrackirina ji kar jî bibîrxist. Suvarî balkişand ser dengê NA’yê ku di referandûmê de wê were bikaranîn û got,  ji niha ve  îxrackirina ji kar û girtina sazî û dezgayan bi şêweyekî keyfî tê kirin. Suvarî diyarkir  di dema ku rejîma yek zilamiyê li ser jinan weke 'demokrasî û azadî' tê ferzkirin. Kesên ji vê rejimê re dibêjin 'NA' û saziyên ku dengên xwe yên 'NA' diyarkiri bi şêweyekî keyfî tên îxrackirin, girtin û dixwazin bêdeng bikin.

Suvari diyar kir ku 12'ê Sibatê Seroka Şaxê 8. a Egitim Sen Sevtap Akdag dema ku li mala xwe bûye, bi şêweyekî faşîzane, deriyê mala wê hatiye şikandin û hatiye binçavkirin û got; "Adresa seroka şaxê me diyar e, cihê lê kar dike jî diyar e. Di dema îfadegirtinê de jî ji bo bi şêweyekî ji rêzê ku dikarin xwe bi gihîninê. Li rexmê vê şikandina deriyê mala wê û binçavkirin ku nayê zanîn li ku derê dimîne. Weke jinên KESK'ê em gelek hêrs bûne."

Di dawiyê de Burcu Suvari diyarkir ku bi binçavkirina Seroka wan Sevtap Akdag dixwazin wan çavtirsandî bikin û wiha got; "Em ji zihniyeta desthilatdari ya zilamtiyê re rajêr  nabin û dijî îxraç, dûrxistina ji kar û hemû şidetên dijî jinan em ê  li ber xwe bidin. ‘’