Jinên Kato: Zozan û Eylem

Zozan Tolhildan, Eylem Dagli du dilên serhildêr, dibe ku her du berxwedêr bi fîzîkî ne di nav me de bin. Lê bi berxwedana xwe ve hem li gundên xwe hem li Colemêrgê hem jî di nav Tevgera Azadiya Kurdistanê de bandorek mezin çêkirin.

Serhildêr, ji raperînê tê. Neqenciyan qebûl nake ku serî hildide. Ji ber ku serê xwe netewandiye ji neqenciyên bi sedan salan re. Ê ku deng bide dengê serhildanê jî çiyan e. Ji bo vê jî dil avêtine ser çiyê bi hezaran dilên ciwan ên jin û mêran..Zozan Tolhildan, Eylem Dagli..Giyanên wan ên serhildêr di tikoşîna azadiyê re derxistin. Ji bo gel li ber xwe da. Ji bo wan mafên ku di bûyinê de yên wan in lê ji dest wan hatine standin, ji bo hezkirina azadiyê, azadiya gelê xwe..

Du hevalrê, 2002’an ku teswiyekaran hewl didan tevgera PKK’ê biqedînin, di wê demê de ku dewleta Tirk a faşîst digot, ‘’PKK qediya’’ ji gundê Qeymaqlî yê Colemergê ber bi çiyayên azadiyê ve bi  rê ketin. Ji bo bibêjin, ‘’PKK hê nû geş dibe’’ , ji bo careke dî zîl bidin têkoşîna gel..

Zozan û Eylem ku hem hevalên hev ên zaroktiyê bûn û hem jî keçapê hev bûn, li gundê Qeymaqlî yê Colemergê, li taxa Doganca têne dinê. Ev hevrêyên ku hêlên pak, paqij, dirûst ên êla Giravî di xwe digerînin, bi van taybetmendiyan diherikin dilê hevrêyên xwe.

Eylem Dagli 1984’an û Zozan Tolhildan 1985’an tê dinê. Wan deman ji Qeymeqlî û Doganca kesek tevlî PKK’ê nebûye. Dewleta Tirk a faşîst wan deman her çendî bi êşkence û çewisdaninê bi ser gundiyan de diçû û gundiyan off ji wan kiribû jî, ji hêla tevlêbûna nav refên gerîla ve kêm diman. Bi taybeyî ji ber ku ji wan gundan bû ku sala 1994’an ji hêla dewleta Tirk ve bi darê zorê hatibû valakirin, hêrseke mezin di nav civanan de çêbûbû. Li Colemêrgê ev hêrs bi tevlêbûna nav PKK’ê bi encam bûbû. Di demeke wiha de ku êrîşên bi vî rengî zêde bûbûn, Zozan û Eylem bi biryara tevlêbûnê bandoreke mezin çêkiribûn û ji wê rojê heta bi niha gelek jinên ciwan bûne şopgerên Zozan û Eylem.

BI HÊVIYA KU EM LI BOTANÊ HEV BIBÎNIN..

Du hevalên zaroktiyê, du keçap, du hevrê piştî ku perwerdehiya şervanên nû dîtin ber bi cihên cuda ve diçin. Eylem diçe qada Behdînan û Zozan jî qada Qendîlê. Bi hêviya ku li xakên lê bûyin bigihijin hev..Herdu jî li cihên ku çûbûnê bi awayekî xurt tevlê bûbûn. Qada Botanê di dilê herduyan jî geriyabû. Ma kî dikare wan bide sekinandin..Herduyan jî tim dixwestin li pêş bin. Ji ber ku pismamê hev bûn, ku yek biçûya yek dikarîbû bimaya. A ku pêşî çûyî Botanê Eylem bû. Jina çalak a Colemergê bi serketibû ku biçe Botanê. Lê Zozan ji dil ve hêrs bûbû ji Eylem. Ji ber ku çûna wê ya Botanê zehmet bûbû.

‘SEKINANDIN WÊ NE PÊKAN BÛ’

Hevrêya wê, endamê Koordînasyona KJK’ê Emîne Ercîyes, wiha behsa Eylem Dalgı dike: ‘’Eylem di salên pêşî de dema ku tevlî gerîla bûbû, bi ser ketibû ku bikeve nav koman. Lê ji ber ku hê nû bû ew derxistibûn, piştî vê du salên wê bi wê kêferatê bûn ku bikaribe wan şertan biafirîne da ku biçe bakur. Ev ne bi awayekî qebe yê xwe ferzkirinê lê bi xwepêşxisitina ji her hêlê ve, di pratîkê de bi xwe xurtkirinê, bi kûrbûna îdeolojîk dixwest vê pêk bîne. 2005’an li Akademîya Ş.Bêrîtan perwerde bû. Ma êdî kê pê dikarî? Weke avê herikî çû, weke bayê lêxist û çû. Ya ku li me jî mayî ew bû ku em jê re bibêjin, serkeftîn. Bi baweriya ku ew ê bi ser bikeve, me rêwitiya wê ya ber bi bakur ve şopand. Serhildêriya wê, rikdariya wê, kedkariya wê, şert û merc çi dibin bila bibin dibûne hîmê aliyê wê yê serkeftî. Heta ku gewherê xwe biparasta çi asteng nedikarî li pêş wê bibe asteng.’’

 ‘XEYALÊN WÊ MEZIN BÛN’

Bi devê gerîlayeke dî Eylem Dağli: ‘’Min ti caran ji hevala Eylem re Eylem nedigot. Min jê re Çalak digot. Ji ber ku Eylem bi Kurdî Çalak bû. Karekterekî wiha yê hevala Çalak hebû ku her carê di nav çalakiyê de bû. Di jiyana xwe de jî û di jiyana hevalên xwe de jî jê re ya esasî her tim çalakî bû. Li gor wê mirov diviya tim bi çalakbûnê bijiya. Li gel ku bi bejn û bal jî bû temenê xwe hê biçûk bû. Ji ber fizîka wê ti kesek weke ku nêzî yên temenbiçûk dibûn nêzî hevala Eylem nedibûn. Ji ber ku xeyalên wê, hîsên wê, ramanên wê pir mezin bûn xwe qet biçûk nedidit û nedixwest kesek jî wê wiha bibîne.

Ez û heval Eylem em bi hev re sala 2015’an çûbûn Akademiya Şehîd Bêrîtan. Biçûkên Akademiyê em bûn. Lê hevala Eylem qet nedihiş ku kesek bi çavê ku biçûk be lê binere. Kî wiha lê bineriya ew rexne dikirin û wiha digot, ‘’Ez gerîla me, şoreşger im, çawa hûn weke ku biçûk bim li min binerin’’ Dixwest ku hevalên wê, bêyî ku dilê wan pê bişewite lê binerin. Digot, ez hatime şer, ez hatim şerê gelê xwe bikim. Bi vî awayî nedihişt ku kesek wiha lê binere.’’

‘DI PIRTÛKA WÊ DE TIŞTEKÎ WIHA NEBÛ KU BI PAŞ VE GAV BAVÊJE’

Emîn Erciyes, bi berdewamî wiha behsa Eylem dike: ‘’Ez difikirim bê ka çawa bikaribim, bi kîjan peyvan behsa Eylem bikim. Hêlên wê yên xwerû, vekirî, zelal, kedkar, serhildêr, azadiya ku wê de berbiçav bûyî, bi  kîjan peyvan dikarim bibêjim. Hevrêya me Eylem Bawerzînek, tîrek e ku  ji gewherê mirovê azad tê ku li çiyayên Zagrozan zîl daye. Ez dikarim wiha wê pênase bikim.  Karektereke wiha bû ku gewherê mirovên Colemergê, gewhera mirovbûnê ya jinê ku ji dîrokê heya bi niha hatî di xwe de hildigirt. Îro ev azadî di nav şert û mercên  berxwedan û tawîznedanê de ya li dijî zext û zordariya bi ser Kurdan de,  berbiçav dibe. Ev, xetên karektera hevala Eylem, tevlêbûna wê ya li jiyan û têkoşînê gewherê Colemergê ji min re vegotiye. Di wê de hîsên pak û zelal a jina Kurd a azad, kesayatiya serhildêr û rikdar, ku ji her tiştî heq derdikek xuyanî dibû.

Dema ku Eylem tê gotin taybetmendiye sereke serhilêderî ye. Yeka wiha ku bi xwe bawer, nizane bi paş ve gav bavêje, deqerû, zelal û bi israr. Yeke deqerû bû. Ev deqerûbûn pir lê giran dihat. Lê di kitêba Eylem de paş ve gavavêtin nîn bû. Serî danîbû rêya ku jê bawer dikir. Çima xwe ji şerê li dijî paşverûtiyê dûr bigire. Rastî li dijî kesên ku înkar dkriin jî, yên ku bi paşverûtiyê dixwestin bifetisînin jî bi heman teqeziyê diparast û têkoşîna vê dida. Serhildêriya wê, rikdariya wê ne xweferzkirinek bû. A ku hêza azadiyê dida wê, ew radîkalî bû ku di xeta azadiyê de zelal bû.’’

‘BERXWEDANA WÊ DIJMIN DIQUTIFAND’

Dilê jinxas ê jina Botanê li Botanê ku 20015’an çûbûyê 3 salan mabû. Eyle Dagli ku xurt xwe tevlê kiribû 2008’an, li Bestayê di şerekî de jiyana xwe ji dest dide. Em ji hevrêya wê guhdar bikin: Sarya Botan: ‘’Şehîdbûna heval Eylem, weke hemû hevalên ku ew nas dikirin, li ser min jî bandoreke mezin çêkir. Me bihîst ku 2008’an derbasî Bestayê bûye û piştî wê bi demeke kurt agahî hat ku şehîd bûye. Weke rêwiyeke rêya azadiyê, li gel hê gelek tişt hebûn ku bike jî, ji bo xewn û xeyala rojên azad û xweş canê xwe fida kiribû. Me bihîst ku bi birîndarî ketiye destê dijmin û êşkence lê hatiye kirin. Hevrê Eyelem li dijî vê hovîtiyê bi berxwedaneke wiha ku şayanî gewherê wê yê azadiyê ye bersiv dabû. Hêzên artêşa TC’ê di şexsê hevrê Eylem de dixwestin vîna gerîla bişikînin, berxwedana hevrê Eylem ew tirsandibûn. Hevrê Eylem weke ku bawer kriî, di rêya ku jê bawer dikir şehîd bû. Bi kesayatiya xwe ji me re bû mînak, bi xeta têkoşînê, bi berzkirina şer ferman daye me ku em bimeşin. Hemû şehîdên azadiyê, weke jiyanê xwe yên nîvco mayî dema ku xeta me ya azadiyê berz dikirin, meşa wan qet wê nîvco nemîne.

’SOZÊN XWE BI CIH ANÎN’

Zozan li akademiyê perwerda xwe dideqîne û ber bi Botanê ve dide rê. Ji bo ku dilê xwe bi hevala xwe ya zaroktiyê ku xeyalên xwe yên zaroktiyê pê re par ve kiribû bike yek û li wir têkoşîna xwe bidomîne. Bi israra xwe diçe Botanê. Dema ku digihije qada Botanê dixwaze li qada Colemergê bixebite û vê daxwazê jî pêk tîne. Eylem têkoşîna xwe li dilê Botanê Cûdî dabû. Zozan jî çûbû qada Colemergê. Bihişta Zozan Kato Marînos bû ku cara pêşî nû çavê xwe li wir ji dinyayê re vekiribû, zaroktiya xwe lê derbas kiribû, bi destê diya xwe girtibû, kêf û êşên xwe yên destpêkê li wir jiyabû. Zozan li vir ji diya xwe bû, mezin bû û şer kir. Sozên ku dabûne hev bi cih anîbûn. Dilê wan li Botanê bûbû yek. Eylem bûbû zêmarek û li ser zimanên dayikan bûbû lorîkek. Zozan jî doza Eylem li milê xwe kiribû.’’

 ‘KESAYETIYA WÊ MÎNA YA ZAGROSAN BÛ’

Zozan li Botanê têkoşîneke mezin dide. Têkoşîn û hevaltiya wê bandoreke mezin dihêle. Zozan Tolhildan 6 salan li qadan Qendîlê dimîne. Tevlî nav pêngava 1’ê Hezîranê dibe. Ji her hêlê ve xwe pêş dixîne, bi taybetî jî di qada leşkerî de.

Karekterê Zozan, rawesta wê ya li jiyanê hevala wê Zîn Koçer wiha dibêje: ‘’Zozan Tolhildan jineke ciwan a Colemergî bû. Bi qasî Zagrosan qedîm bû. Weke Çarçela xweşik û li hev hatî bû. Pora wê şiverêya Cîlo fitlonekî û şemîtonkî bû. Çavên wê çar bihişt dianîn cem hev. Ji şewqa êgir zêdetir ji şewqa çavê wê dibiriqî xweşikbûna wê. Şaîaran ew bidîtana, wê ji rûçikê behsa bihişta bikirana. Zozan weke welatê xwe rengîn bû. Li wê her reng hebû û ji her rengê hez dikir. Cihê ku ew lê bû bihat dihatiyê. Her dever bi keskahiyê dixemilî, daran şax didan û kulîlk vedikirin. Dema ku payiz dihat bêhna hevalên xwe bi xwe re digerand. Weke bêhna bihiştê… Dema ku zivistan dihat destê xwe yên di berfê de qerisî bi germahiya giyanê xwe germ dikir. Havînî jî sihek bû ku di bin kelîjana rojê de dida ser rûyê hevalên xwe.

Hevrêya min Zozan, dema ku ji dûr ve mirov lê dinerî hişk xuya dikir. Lê dema ku we ew nas dikir, weke baranê nerm bû, xwînşîrîn bû. Kesayatiya wê çi qasî jî Zagros bi bîra mirox dixis. Helbet Çarçella jî wiha ye!’’

’EM Ê GIRÊDAYÎ BÎRANÎNÊ WÊ BIN’

Zozan Tolhildan 4 salan li çiyayên bilind û bala têkoşîna xwe bi awayekî herî çalak da. Li çiyayên asê yên Botanê bi erkên girîng radibe. Di demeke wiha de ku dewleta Tirk a faşîst hişk bi ser gerîlayan de dihat, 7’ê Cotmeha 2011’an bi êrîşa balafirên şer ên dewleta Tirk şehîd dibe. Navenda Ragihandina HPG’ê têkildarî Zozan Tolhildan wiha gotibû: ‘’ Hevala me Zozan li derdoreke wiha mezin bûye ku tevlêbûna wan a tevlî nav têkoşînê xurt e. Hevala me Zozan ku têkoşîna dijwar a Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hê di zaroktiya xwe de nas dike, hê di temenê xwe yê biçûk de ev hîs û raman jiyana ku bibe şervaneke xurt a vê têkoşîna berxwedana mezin. Bi vê biryardariyê, berxwedana ku wê were dayin di asta herî bilind de ji xwe re esas girtiye, xwe pêş xistiye û xwe gihandiye. Hevala me Zozan ji Rojhilatê Kurdistanê bigirin ta bi Başûrê Kurdistanê û herî dawî li Botanê têkoşîna gerîla dayî, kevneşopiya berxwedêr a gelê me, di êrîşên bênavber ên artêşa TC’ê de bi giyanî berxwedêr bersiv daye û şehîd bûye. Hevrêya me Zozan ku jina jinxas û berxwedêr a Kurdistanê bi berxwedana xwe nîşan dayî, em bi hurtmet şehîdbûna wê pêşwazî dikir, em diyar dikin ku bi pûçkirina hemû êrîşan em ê girêdayîbûna xwe nîşan bidin.’’

Zozan Tolhildan, Eylem Dagli, du dilê serhildêr, dibe ku bi awayekî fizîkî ne li nav me bin. Lê bi berxwedana xwe ya nîşan dayini hem li gundê xwe yên Colmergê û hem jî di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bandoreke mezin çêkirin. Bi tevlêbûna du jinên ciwan ên li nav PKK’ê, li derdorê, ji gundê wan tevlêbûn zêde bûn. Gungê ku welatparêz bû lê tevlêbûn wê kêm bû niha di nav wan gundan de ye ku tevlêbûn herîz êde ye. Ji bilî vê, li gundê ku feodalî lê serdest bû, guherînên ku bi giranî dibûn, li ser bingehê felsefeya Rêbertî bû xweyî jiyaneke nû. Du jinên ciwan heta hilma xwe ya dawî têkoşîna xwe ya azadiyê dan ku ji gundê wan dest pê kiribû û li tevahiya Kurditanê belav bû. A ku li me dimîne ew e ku em dilê wan ê ku bi azadiyê dikutkutî veguhezînin..

...