Jinên HDP'yî: Rola Ocalan krîtîk e; divê azad be

Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Taşdemîr da xuyakirin, ku ew dixwazin Ocalan azad bibe û got, "Di çareseriya pirsgirêka Kurd de rola Ocalan krîtîk e."

Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemîr, ji ber salvegera 18. a komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê lidar xist. 

Taşdemîr bibîr xist, ku Ocalan 18 sal in di nava tecrîda giran de tê hiştin û destnîşan kir, ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de rola Ocalan gelekî krîtîk e. Taşdemîr wiha axivî: "Birêz Ocalan bi taybetî ji bo jin li gora maseya muzakereyên aştiyê de cih bigirin, gelekî hewl daye. Em daxwaza xwe ya azadiyê weke jinan careke din tînin ziman."

Taşdemîr destnîşan kir ku divê şertên Ocalan bên nîqaşkirin û wiha berdewam kir: "Bi feraseta ku gelan li ber hev radike Birêz Ocalan anîn Tirkiyeyê. Divê wî ya di pêvajoya muzakereyê de bê dîtin. Komploya ku îro hê jî berdewam dike ji bo ku bê bidawîkirin, aştî pêk bê divê azadiya Birêz Ocalan bê nîqaşkirin."

Taşdemîr got ku Ocalan di têkoşîna azadiya jinê de pêşî vekiriye û bi taybetî jî ji bo divê jin di pêvajoya muzakereyê de cih bigirin gelek ked daye, ji ber vê yekê jî ji bo demokratîk bûna Tirkiyeyê divê tecrîd bê rakirin careke din vegera pêvajoya aştiyê çêbibe û wiha got: "Em jin careke din daxwaza xwe ya ji bo azadiya Ocalan careke din dubare dikin."

Taşdemîr bal kişand li ser pêvajoya referandûmê jî û got ku ew ê mal bi mal bigerin û dengê 'Na' zêde bikin. Taşdemîr got, "Jin di nava muxalefeta civakê de herî zêde nerazîbûnê nîşan didin. Di 16'ê Nîsanê de wê bi vê têgihiştinê xwedî li azadiya xwe derkevin. Em ê wê rojê tenê destketiyên xwe neparêzin. 17'ê Nîsanê wê ji bo me bibe destpêka pêvajoyekî nû."

Taşdemîr der barê operasyonên li dijî HDP'ê jî wiha got: Qirkirina siyasî fikarên ji bo referandûmê nîşan dide. Endama Desteya Rêveberiya Navendî Berfu Çolak û endama Meclîsa Jinê Nur Aytemûr di operasyonê de hatin binçavkirin. Ev binçavkirin encama tirs û fikarên wan e. Hûn hezar kesan bigirin jî gelê me wê bi hezaran li şûna wan dagirin. Em ê di 16'ê Nîsanê de di sindoqan de hesab bipirsin."