Jinên HDP'yî: Polîtîkayên desthilatdariyê êrîşên zayendî zêde dikin

Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran têkîldarê rojeva zaroka ji aliyê Cemiyeta Îsmaîlaga ve hatî zewicandin axivî û got, "Polîtîkayên desthilatdariyê û biryarên darazê êrîşên zayendî zêde dikin."

Koma Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî êrîşa zayendî ya li Cemaeta Îsmaîlaga li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran axivî û diyar kir ku bûyer ne bûyereke yekcarî ye û destnîşan kir ku divê li hemberî vê yekê têkoşîneke bi bandor bê meşandin. Başaran wiha got, “Piştî ku keça Yusuf Ziya Gumuşel a Damezrînerê Weqfa Hiranur a Cemaeta Îsmaîlga çend roj berê çû serî li dozgeriyê da derket holê ku zaroka 6 salî bi destûra dayik û bavê xwe bi salan di bin navê zewacê de bi murîdekî re bi êrîşa zayendî re rûbirû hatiye hiştin û piştî ku derketiye holê ducanî ye û test wê ya hestiyan hatiye kirin, di testa hestî de jî bêrêtî hatiye kirin. Ev bêrêtiya ku hat kirin jî bû rojeva Tirkiyeyê.”

Başaran, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser êrîşên zayendî ya li hemberî zarokan û wiha dewam kir, "Di Weqfa Ensarê de jî destdirêjî pêk hatin. Wezîrên wê demê li şûna ku lêkolîn bike, lêpîrsin bide destpêkirin û îstîfa bike gotibû 'Ji bo carekî tiştek nabe' bûyera destdirêjiyê asayî dît. Dema bûyerek din bi heman rengî pêk hat 3 rojan heman wezîr bêdeng ma. Demek dirêje jî di nav raya giştî de bûyera desdirêjiya li hemberî zaroka 6 salî heye, lê heta niha tu daxuyanî derbarê mijarê de nehat kirin. Lê belê dema li welat kesên ku ramanê xwe tînin ziman hedef tên nîşandan. Piştî demekî gotin dê mudaxilî dozê bibin. Gelo hûn li benda çi bûn. Lê belê desthilatdarî, wek helwesteke polîtîk bi ser mijarê de naçe û bûyerê wek bûyereke rewa digre dest. Ji aliyek gotinên desthilatdarî û ji aliyek jî helwesta darazê dibe sedema bûyerên bi vî rengî zêde bibin."

‘BÛYERÊN DESTDIRÊJIYÊ YÊN LI HEMBERÎ ZAROKAN VEDIŞÊRIN’

Başaran destnîşan kir ku Wezareta Dadê ji sala 2012'yan heta îro bûyerên destdirêjiyê ya li hemberî zarokan vedişêre û ev tişt got, "Li gorî rapora ÎHD'ê ya sala 2018'an li vî welatî bûyerên destdirêjiyê ya li hemberî zarokan tenê ji sedî 5 derdikeve holê û ji sedî 95 jî tê veşartin. Wezareta Edaletê derbarê mijarê de heta niha tu agahî nedaye raya giştî. Divê derbarê mijarê de Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê daneyan parve bike. Li şûna ku komîsyon ava bike, li dijî destdirêjiyê derkeve, tedbîrên hewce bigire û weqfan kontrol bike, hewl dide ku bûyerên destdirejiyê dernekevin holê."

Başaran, bûyerên ku hatî jiyîn wiha anî ziman: "Em ji Wezareta Edaletê dipirsin, ji sala 2017'an heta niha çima daneyên destdirêjiyê nayên parvekirin. Çima israr nakin ku tişta pêwist bê kirin. Daraz jî sûcdaran diparêze. Herî dawî Serokê MHP'ê yê Amedê Cîhan Kayaalp tecawizê zarokekî kiribû û wek daxwaza zarok heyî hat nîşandan û Cîhan ji dozê bereat kir. Demên borî jî Wezirê Edaletê gotibû 'Dibe ku zarok daxwaz kiribe'. Zêdebûna bûyerên wisa ji ber wan gotin û helwestan derdikeve holê. Desthilatdarî bi helwesta xwe rê li ber bûyerên wisa vedike û daraz jî bi polîtîkayên bêceza hiştinê zarokan ber bi xetereyê ve dibin.

Li kolan, cihên kar, wargehan, dibistanan, weqfan zarok her roj bi xeteriyê re rû bi rû ne. Em hem bûyera herî dawî ya li ser çapemeniyê hem jî meseleyên din wekî munferît qebûl nakin. Me xwest komîsyona lêkolînê bê ava kirin. Lê belê ev daxwaza me di bingeha meclîsê de hat redkirin. Em pêşnûmeyan didin lê bersiv nayê dayîn. Em daxuyaniyê dixwazin lê belê bê bersiv dimînin. Derbarê vê mijarê de niha li meclisê nîqaşek tê meşandin ji bo komîsyonek hevpar bê avakirin. Ev pêşketineke erênî ye lê belê divê ev komîsyon bi rastî jî bi awayekî bi rêk û pêk peywira xwe bi cih bînin. Ji ber ku gelek caran li ser bingeha meclisê komîsyonên wiha hatin amadekirin lê belê peywira xwe bi rêk û pêk bi cih neanîn.

‘DIVÊ HELWESTEKE HEVPAR BÊ NÎŞANDAN’

Em li vir wekî Meclisa Jinê ya HDP'ê wekî Koma Jinê ya HDP'ê em dibêjin em ê bi ser bûyerên bi vî rengî de herin. Ev komîsyon bê avakirin an nê avakirin em ê ji bo zarokan têbikoşin. Ji bo kesên dibin sedema van bûyerana jî, ji bo ceza bigirin em têdikoşin. Em li vir bang li raya giştî dikin: Bi rojan hûn têkoşînekê didin. Bi rojan e li ser derketina vê meseleyê li dijî îstismarkirina zarokan dengekî hevpar bilind dikin. Em deng bi qîmet e. Heta ev îstismarkirina li ser zarokan bi dawî bibe em ê têbikoşin. Ev hêza me û bandora me heye. 

'WEZÎRA MALBATÊ HEVPARÊ VÎ SÛCÎ YE'

Em careke din bang li Wezîra Malbatê dikin: Hûn hevparê vî sûcî ne. Em careke din bang li Wezîrê Dadê dikin hûn hevparê vî sûcî ne. Heta hûn bersûcan dernexin holê, hûn bi bêcezahiştinê bi xelat bikin, heta hûn li hemberî vêya sekneke xurt nîşan nedin, hûn hevparê vî sûcî ne. We hewl da ku di bin navê zewaca zû de rê li îstismara li ser zarokan vebe. Loma hûn hevparê vî sûcî ne. Kesên dibêjin zaroka 6,7,10 salî dikare bizewice di bin navê "azadiya îfadeyê de" nayên darizandin derbarê wan de biryara neşopandinê tê dayîn. Her kesê çavên xwe ji vê re bigirin hevparên sûc in. Em bang li jin û raya giştî ya demokratîk dikin, em nebin hevparên vî sûcî. Em têkoşîna xwe mezin bikin. Heta ev kes bên cezakirin û qadeke azad û ewle ji zarokan re bê afirandin em têkoşîna xwe bidomînin. Em ji hemû kesên ku piştgirî dan vê têkoşînê re spas dikin."