Jinên HDP'yî: Ew diqedin; lê me hê nû dest pê kirine!

Meclîsa Jinê ya HDP'ê, di salvegera komkujiyê de mirovên li Cizîrê jiyana xwe ji dest dan, bibîr anî. Meclîsê got, "Dibe ku AKP û desthilatdariya Qesrê diqede, lê me hê nû dest bi têkoşînê kirine."

Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi wesîleya salvegera Komkujiya Cizîrê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, desthilatdariya AKP/Qesrê tevî çeteyên Ergenekonê, tîmên taybet ên salên 90'î, hêzên tarî û kujer, beriya niha bi salekê îro li Cizîrê li dijî mirovên li ber zilm û şer radibûn, komkujî kir.

'JIN XWEDÎ LI JIYANÊ DERKETIN'

Meclîsa Jinan diyar kir, desthilatdariya AKP/Qesrê û Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû, berî û piştî komkujiyê bi gotinên 'di şer de hatin kuştin', 'eşkere ye birîndar nîne', 'me ambûlans şand, lê kes nehat' daxuyaniyên derewîn dan û ji bo nixumandina rastiyê çi ji destê wan hat kirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, AKP ji bo polîtîkayên xwe yên şer bixe meriyetê, di destpêkê de bi gotina 'Ez Mutabaqata Dolmabahçeyê nas nakim' mase qeliband û piştre jî welat xist nava rewşeke dijwar a şer. 

Meclîsa Jinê ya HDP'ê da zanîn, di bin navê 'qedexeya derketina derve' de bi heman bajar, navçe û bajarokên Kurdan hatin şewitandin, xerakirin û bi sedan mirov hatin kuştin.

Jinên HDP'yî destnîşan kirin, ku di vê demê de beden, nasname, vîn û keda jinê hedef hatin nîşandan, kuştina jinan zêde bû û hewl hat dayîn bi cihêkarî û zextê 'bên terbiyekirin'. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Lê belê jinan di aştî û berxwedanê de israr kirin û ji berxwedana xwerêveberiyê re pêşengî kirin. Li Sûr, Cizîr, Silopiya, Nisêbîn û hemû cihên din ên derketina derve lê hat qedexekirin, jinan bi wêrekî û vîna xwe xwedî li qadên jiyanê, xwedî li jiyanê derketine."

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, tevî ku salek di ser Komkujiya Cizîrê re derbas bûye, hê kesek nehatiye darizandin, lêkolîn nehatiye kirin û ti hewldan ji bo ronîkirina komkujiyê nehatiye kirin. Her wiha hat gotin, Pêşniyarnameya Lêkolînkirinê ya HDP'ê radestî Meclîsê kir, nehatiye qebûlkirin.

'SIBEROJA AKP'Ê DI WAN JÊRZEMÎNAN DE YE'

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Ev bêdengiya AKP'ê, hewldana ji bo nixumandina komkujiyê, derew û hewldanên berevajîkirina rastiyan, bêguman ji ber wê yekê ye ku li Cizîrê têk çûye."

Meclîsa Jinê ya HDP'ê, di şexsê Asya Yuksel û Mehmet Tûnç ên roja 8'ê Sibata 2016'an li jêrzemînên hovîtiyê yên li Cizîrê jiyana xwe ji dest dan, hemû berxwedêr bi rêzdarî bibîr anî û got, "Komkujiya li Cizîrê sûcê li dijî mirovahiyê ye. Encama têkçûna zaliman e. Mîna Madimak, Pirsûs, Enqere û hemû komkujiyên li dijî mirovahiyê wê Cizîr jî cihê xwe di nava dîrokê de bigire. Lê belê ne tenê weke dîroka komkujiyê, di heman demê de wê weke dîroka berxwedanê bê nivîsandin."

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Mîna ku Hevseroka me ya giştî Fîgen Yuksekdag jî got; AKP û desthilatdariya Qesrê di binê wan jêrzemînan de man e. Siberoja AKP'ê û desthilatdariya Qesrê li wan jêrzemînan asê maye. Ev desthilatdariya şîdetê, dawî li xwe tîne. Dibe ku ew diqedin, lê me hê nû dest bi têkoşînê kirine."