Jinên HDP'yî bi jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê re rûniştin

Komîsyona Dîplomasiya Jinê ya HDP'ê bi jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê re rûnişt.

Meclîsa Jinê ya Partiya Demokartîk a Gelan (HDP), Maseya Rojhilata Navîn a HDP'ê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo beşdariya 5'emîn Kongreya Asayî ya HDP'ê ya sibehê, bi şandeya jinên ji Bakurê Efrîkayê û Rojhilata Navîn li Navenda Giştî ya HDP'ê kom bû.

Sekretera Giştî ya Partiya Kedkar a Cezayirê Louiza Hanoune, Endama Tevgera Hewldana Neteweyî ya Fîlîstînê Sheren Mohammed Abdullah Hilal, Endama Partiya Komunîst a Urdunê û Sekreta Giştî ya Rêxistina Jinên Ereb ên Urdunê Nawal Haddadin, Endama Partiya Demokratîk a Çep û Berdevka Bakurê Efrîkayê ya Rojhilata Navîn DKY, Khadija Ryadi, Seroka Yekîtiya Komîteyên Jinan a Fîlîstînê Able Saadet, Endama Koma Herêmî ya Jinan a NY'ê Seroka Mala Çavdêriyê ya Jinê ya Cezayirê Şaiat Aljafari di şandeyê de cihê xwe girtin.

‘TÊKOŞÎNA HEVPAR HEWCE YE’

Di civîna ku têkoşîna hevpar a jinên Bakurê Efrîkayê û Rojhilata Navîn lê hat axaftin Ayşe Acar Başaran wiha got:"Kêmasiya herî kêm a jinên Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn, Efrikayê dibe ku ji ber kêmasiya têkoşîneke hevpar a jinan be. Têkoşîna me ya nasnameyê girîng e lê belê têkoşîna hevpar a jinê jî hewce ye. Li her cihê em dijîn em bi êrişên sîstema desthildatdar rû bi rû dimînin."

Endama Partiya Demokratîk a Çep û Berdevka Bakurê Efrîkayê ya Rojhilata Navîn DKY, Khadija Ryadi, jî wiha got:"Em li destkeftiyên we yên li Kurdistan û Tirkiyeyê dinêrin û esas digirin. Em girîngiyê didin mezinkirina têkoşîna jinê."

 Hat diyarkirin wê piştî kongereyê jî têkilî bidomin.