Jinên Ereb tabûrek ava kirin

30 şervanên jin ên Ereb piştî qedandina dewreya perwerdeyê, bi merasîmekê tevlî Meclîsa Leşkerî a Minbicê bûn.

Sebah Îbrahîm ev bû du meh ku dest bi perwerdehiya Akademiya Şehîd Roksan a li Gundê Sinihê ya ku dikeve navbera bajarê Minbic û Kobanê kir.

Sebah û 29 jin, hemû jî Ereb in û ji gundên derdora Minbicê ne. Sebah Îbrahîm sedema hilgirtina çekê wisa diyar kir, “Di nav civaka Minbicê de jin hê jî biçûk tên dîtin.” Ev cara yekemîn e ku evqas jinên Ereb bi hev re perwerdehiya leşkerî dibînin.

Perwerde ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Koalîsyonê dihat dayîn. Sebah Îbrahîm ji bo perwerdehiyê got ku, “Di nava du mehan de ez pir hatim guhertin. Belê sedemên tevlîbûna min biçûk bûn lê niha min fêm kir ku hişmendiya mêran em xistine vî halî.

Piştî perwerdehiyê asoya min firehtir bû. Heta ji min were ez ê hemû jinên Ereb û pêkhateyên din ji DAIŞ û hişmendiya mêran rizgar bikim.”

 

Di şahiya bidawîkirina perwerdehiyê de, şervanan govend gerandin û rêveberiya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê  û Rêveberiya Bajarê Minbicê jî beşdarî şahiyê bûn.