BI DÎMEN

Jinên Êlihî û Farqînî hatin cem hev

Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hember Şîdeta li Dîjî Jinan hevparên KJA yên Êlihê bi armanca şermezarkirina şîdeta dewletê ya li Farqînê bi jinên Farqînê re hatin cem.

Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hember Şîdeta li Dîjî Jinan hevparên KJA yên Êilhê bi armanca şermezarkirina şîdeta dewletê ya li Farqînê bi jinên Farqînê re hatin cem.

Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî Jinê bi sedan jinên li ber Avahiya Xizmetê ya Şaredariyê kom bûn, bi armanca piştevaniya bi jinên Farqînê re derketin rê.

Bi sedan jinên li pêşiya Avahiya Xizmetê ya Şaredariyê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî Jinê hatin cem hev bi armanca piştevaniya bi jinên Farqînê re ketin rê. Di nav girseya çû Farqînê de Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel, Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran, Meclîsa Dayikên Aştiyê, hevparên KJA jî cihê xwe girtin. Girse bi stran, tilîlî û dirûşma, “Jin Jiyan Azadî” ve ji aliyê komek qelebalix a jinan di ketina Farqînê de hat pêşwazîkirin. Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel li ser navê girseya ku ber bi taxên Mescît û Tekel ên şîdeta dewletê bi rojan lê berdewam kir, meşiya daxuyanî da û wiha got: “Em jin in û nêviyê cîhanê ne. Em jin in, ji bo jiyanê xweş bikin, jiyanek bi rûmet ava bikin ketin rê. Em jinên Kurd in. Li hember zîhniyeta tevahî hovan, komkujeran em yek in û têdikoşin.”

Piştre ji girseyê re Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran behsa polîtîkaya komkujî û şîdetê ya ku dewletê li Farqînê pêk anî kir û wiha got: “Bi taybet ji bo polîtîkayên komkujer û şîdetê yên li hember jinên Kurdistanê careke din şermezar bikin em hatin Farqînê. Me xwest em li Farqînê ku di pêvajoya dawî de zîhniyeta nêrza herî zêde derket holê û şîdetek dijwar lê tê jiyîn, me xwest em werin cem hev. Di nav van 6 mehan de me dît ku jin li ber deriyê xwe tên qetilkirin, di bin navê qedexeya kolanan de di malên xwe tên hepskirin û bi şîdetê re rû bi rû tên hiştin. Di bin navê hezkirinê, cilê taxim de ji mêrên ku jinan qetil dikin me kêmkirina salan dît. Me dît ku hevşaredarên jin hatin girtin û bi her cure muameleya nebaş re rû bi rû man. Lê li cem van bi mînakgirtina jinên Rojava, jinên li Kurdistanê li ber xwe dan jî me dît.”

Piştî daxuyaniya çapemeniyê, ji bo kesên li Farqînê ji aliyê hêzên dewletê hatin qetilkirin ziyareta taziyeyê pêk hat.