Jinên DBP’yî: Em ji rejîma dîktayê re bibêjin, "na"

Jinên DBP’yî li dijî tundiya li Meclîsê ya li ser jinan helwest nîşan dan û bang kirin ku di referandûmê de her kes bibêje, "na".

Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî tundiya li ser wekîlên jin ên li Meclîsê duxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Nêzîkatiya hişmendiya zilamserweriyê li meclîsê ye. Bi gûftûgokirina Destûra Nû hewl tê dayin ku ev were sazûmnakirin. Hewldana bi mebesta ku tundiyê li ser jinê pêk bînin, ya li meclîsê nayê qebûlkirin. Li şûna ku jin bibe hêza veguherîner a civakê, tişta ku li meclîsê rû dayî  nîşan dide ku hişmendiya nîjatperestiyê hewl tê dayin ku bi destê jinên AKP’ê ve rejîma dîktayê were pêkanîn. Polîtîkayên zayendîparêz ku AKP bi rikdarî dixwaze serwer bike, hişmendiya ku dewletê kana tundiyê dibîne, hişmendiya ku ji dewletê bendewar e û weke rizgarker dibîne, bi tundiya fizîkî ya wekîlên jin ên AKP’ê jî hate dîtin."

BANGA ‘NA’

Meclîsa Jinan a DBP’ê li dijî çavnebariya li dijî çalakiya demokratîk a wekîla serbixwe Aylîn Nazliakê got, ev nayê qebûl kirin û bi berdewamî: "Her wiha em tundiya li ser wekîlên me yên din ên jin jî qebûl nakin û vê şermezar dikin. Rist û misyona jinên ku siyasetê dikin ne ew e ku tundiyê pîroz bikin lê rista wan ew e ku bi xweşbîniniyê jiyana hevpar ava bikin. Di nav vê çarçoweyê de em bang li hemû tevgerên dijî pergalê dikin ku li derdora jinê, li ser hîmê jiyana azad û demokratîk, têkoşîna azadiyê bidin, xurt bikin û li dijî rejîma dîktayê bibêjin, ‘na’’