Jinên DBP'yî : AKP nikare vîna me bişikîne

Meclîsa Jinan a DBP’ê, xwedî li Yuksekdag a ku parlementeriya wê hatibû betalkirin derketin, peyama AKP nikare vîna jinê bişikîne dan.

Meclîsa Jinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), di derbarê betalkirina parlementeriya Hevseroka HDP ê Fîgen Yuksekdag de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku biryar ne hiqûqiye, siyasiye.

Di daxuyaniyê de ev hatin gotin:

“Ji 24’ê Tîrmehê 2015’an vir ve ji hêla desthilatdariya AKP’ê ve pêvajoya darbeya siyasî hatiye pêşxistin. Ev pêvajo bi dawî anîna çareseriya demokratîk a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû destpêkirin, li Tirkiyeyê jî gelek kesan xwest ev pêvajoya aşitiyê bidome, lê AKP dawîanîna vê pêvajoyê ve darbeyekî siyasî xist dewrê, ev darbe îro jî li dijî siyasetmedarê jin bi êrîş, destdirêjî û polîtîkayên zilmê ve didome. Hikumete AKP’ê û Erdogan, bi girtina hevserokê HDP’ê û parlementerê wê ve bi tayînkirina qeyuman ve li dijî gelê Kurd û xwezaya Kurdîstanê pêvajoya îmha û tunekirinê daye destpêkirin. Armanca girtina Jinan û gelê Kurd, armanca girtina vîna wana siyasiye, ya tê kirin jî ev e.

Xeleka dawiya darbeya siyasî ya hikûmeta AKP ê, betalkirina parlementeriya Fîgen Yuksekdag e. Ev êrîş di serî de li dijî têkoşîna jinê, xeta jina azad û nirxên ku bi keda jinê ve hatiye afirandin û dijî pergala hevserokatiyê ye. Hikumeta AKP’ê bi van êrîşan ve dixwaze jiyanê ji jinê bistîne û jinê têxe kole û di mal de heps bike. Hikumeta AKP bila vê yekî baş bizani be Fîgen Yuksekdag ne kesayeteke, di asta jor de temsîlîyet û vîna mîlyona ne. AKP nikare vê vînê bişikîne.”

‘EM Ê BI BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ VE BIBIN BERSIV’

Meclîsa Jinan a DBP’ê, biryara di derbarê Yuksekdag de şermezar kirin,daxuyanî wiha bi dawî kirin: “Hevala me Fîgen ji bo me hemû jinan nirxeke. Sembola ked û azadiya jinê ye. Ji ber vê jî em wek jin, di serî de qada siyasî de, di û her derê jiyanê de, vê biryara derveyî yasa û hiqûqê, bi tundî şermezardikin û em vê biryarê nasnakin. Em ê di serî de li qada siyasî, di her qadê jiyanê de bi bilindkirina têkoşînê ve bibin bersiv.”