Jinên Ciwan: Ocalan rêberê hemû gelane!

Yekîtiya Jinên Ciwan ya bajarê Dêrikê bi boneya ketina sala 19’an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Peymangeha Dêrikê daxuyaniy da.

Bi beşdariya bi sedan jinên ciwan li pêşiya Peymangeha Dêrikê li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan Cûdî Arnîsto daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Arnîsto got: “Em dikevin sala 19’an a Komploya Navneteweyî hê jî Rêberê me dîlgirtiye û ne li gel me ye, di nava tecrîdekî giran û di destê dewlata faşîst a Tirk de ye.” Arnisto destnîşan kir ku armanca dewletên kapîtalîst ew bû ku biratiya gelan binpê bikin.

Arnisto bal kişand ser rista Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocaln û wiha got: “Serok APO, Rêberê hemû gelane; ji bo gelên Rojhilata Navîn çareseriya jiyaneke azad e”. Arnisto diyar kir ku di kesayeta Rêber APO de dijmin êrîşî gel, ciwan û jinên ciwan dike.

Arnisto di dawiyê de destnîşan kir ku ew soz didin hemû şehîdan û Rêber Apo ku ew ê sala 2017’an bikin sala rizgarkirina Rêber Apo û azadkirina Kurdistanê.

Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bi can bi xwîn, em bi te re ne ey Serok” û “Bê Serok jiyan nabe” ve bi dawî bû.