BI DÎMEN

Jinan li Moskowê Gulnaz Karataş bi bîr anîn

Jinên Kurd Gulnaz Karataş (Bêrîtan) a PKK’yî di salvegera 24. de li Moskowê bi bîr anîn.

Jinên Kurdistanê yên ku li paytexta Rûsya Moskowê dijîn gerîlaya PKK’ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) di salvgera 24. a şehadeta wê de bi bîr anîn.

Bernameya bîranînê ku bi pêşengiya Organîzasyona Jinên Kurd-Viyan ên Moskowê li Mala Kurda pêk hatî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Seroka Organîzasyona Jinên Kurd ên Moskowê-Viyan, Teraq Qadir di bernameyê de axivî û got, îro di heman demê de salvgera saziya jinê Viyan e û behsa hêlên şoreşger û berxwedêr a kesayeta Bêrîtan kir ku li dijî radestbûnê çawa berxwedan nîşan daye. Qadir diyar kir jinên Kurd bi xeta Bêrîtan de li çar parçeyên Kurdistanê bûne artêş û têkoşînê didin û wiha domand, ‘’Li Şengalê, Kerkûkê, Efrîn, Kobanê û çiyayên Bakurê Kurdistanê û li bajaran peyrevên Bêrîtan efsaneyan dinivîsinin. Jinên Kurd li dijî paşverûtî, faşîzm û zilamsalariyê têkoşîna azadiyê didin. Hevala Bêrîtan berxwedanek mîras hişt û îro ev mîras gihaştiye bi milyonan jin.’’

Di civînê de hate gotin asta azadiyê û têkoşînê ku îro jina Kurd bi dest xistiye, bi têkoşîn û berxwedana jinên pêşeng ên wekî Gulnaz Karataş, Zeynep Kinacî, Sema Yuce û peyrevên wan Arîn Mîran e.

QET RADEST NEBÛ

Gulnaz Karataş (Bêrîtan) ku bi berxwedana li dijî radestbûnê bûye sembol û li nav PKK’ê di xeta berxwedanê û artêşbûna jinê de xwedî cihekî girîng e, 25’ê Cotmeha 2012’an di operasyona hevpar a hêzên artêşa Tirk û nokerên wan de ku navê ‘’Sandvîç’’ lê kiribûn, heta bi berê xwe yê dawî şer kir. Bêrîtan ku dor lê hate pêçan, çeka xwe dişikîne û ji bo ku bi saxî nekeve dest xwe ji zinaran davêje û dawî li jiyana xwe tîne.