Jinan li Kolnê serdan CDU û Keskan kirin

Delegasyona Meclîsa Jinan a Viyan, têkildarî bikaranîna gazên kîmyewî ya dewleta Tirk serdana partiya CDU û Keskan kir, dosyayek da wan.

Bikaranîna çekên  kîmyewî û gaza jehrî ya ji aliyê dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi domdarî ji bo plaftformên navneteweyî tê veguhestin.

Delegasyonek 6 kesî ji Meclîsa Jinan a Viyan pêk tê li bajarê koln a Elmanyayê serdana nûnertiyên Partiya CDU û Keskan a li Kolnê kirin.

Endamên delegasyonê di serdanê de bi rayedarên herdu partiyan re civiya û ew agahdar kirin. Delegasyonê bal kişand ku di demê dawî de dewleta Tirk li Kurdistanê li ser gerîla gazên bi jehrî tên bikaranîn. Her wiha dosyayek ku dewleta Tirk kengê û li kûderê gazên jehrî bikaraniye jî pêşkêşî rayedarên Yekîtiya Demokratîk a Xiristiyanên Elmanya (CDU) û Partiya Keskan kirin.

Rayedaran jî diyar kir ku wê van dosya û agahiyên girtin, bigihînin desteyên pêwîst ên di nava partiyê de.

Delegasoyna Meclîda Jinan a Viyan wê rojên pêşiya me bi nûnerên Dîe Lînke, SPD û FDP’ê re li Kolnê bicivin.

Nêzî 2 mehin bi pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa, li ser bikaranîna gazên jehrî heweldanên cuda tên kirin.

Jinên Kurd taybet li gelek bajarên Hollandan, Belçîka û Elmanyayê derbarê vê mijarê gelek çalakî, mîtîng û hevdîtin kirine.