Jinan ji bo Ocalan çalakî lidar xistin

Di salvegera 18. a komploya navneteweyî de li bajarên Dusseldorf, Koln, Aachen û Frankfûrtê û li bajarê Goteborg ê Swêdê çalakî hatin lidarxistin.

Di salvegera 18. a komploya navneteweyî de li bajarên Dusseldorf, Koln, Aachen û Frankfûrtê û li bajarê Goteborg ê Swêdê çalakî hatin lidarxistin.

DUSSELDORF

Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê, li ser banga Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E), jinên Kurd saet di 14:30 de li ber Gara Trenê ya Dusseldorfê li hev civiyan. Jinan bi dirûşma "Hebûna me Serok Apo xwebûna me ye, bê Serok jiyan nabe" komploya navneteweyî şermezar kirin û xwestin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.

Çalakî heta saet 16:00 dewam kir. Ji berdevkên YJK-E Ayten Aslaner li vir axivî û bal kişand ser tecrîda şidandî. Aslaner got, "Weke jinên Kurd ev 18 sal in em ji bo azadiya Rêberê xwe têdikoşin û em ê vê têkoşîna xwe heta azadiya Serok Apo bidomînin."

Bi qasî sed û pêncî kesên kincê reş li xwe kirin, bi zimanê Elmanî dirûşmên "Bijî Rêberê me Ocalan", "Em komploya navneteweyî şermezar dikin" qîriyan û ji bo azadiya Ocalan bi sedan balon firandin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Dusseldorfê, Însiyatîfa Jinê ya Dusseldorfê, Meclîsa Jinê ya Viyan li Wûppertalê, komunên jinê yên li Neûss, Monchengladbach, Krefeld û Grevenbroîchê destek dan çalakiyê.

KOLN

Li Kolnê saet di navbera 17:00-19:00 de, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Viyan a Kolnê, bi dehan kes kes li ber Dêra Domê li hev civiyan û komploya navneteweyî şermezar kirin. Jinan di çalakiyê de bi sedan belavok belav kirin, kincê reş li xwe kirin û ji bo azadiya Ocalan heta êvarê rojî girtin. Di çalakiyê de dirûşma "Bijî Serok Apo" hat qîrîn û bal hat kişandin ser tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

AACHEN

Li bajarê Aachen ê Elmanyayê, jinan bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Denîz Firat standa agahdarkirinê vekirin û tevahiya rojê belavok belav kirin. Çalakgeran dan xuyakirin, ku Ocalna pêşî li komploya navneteweyî girtiye û destnîşan kirin, Ocalan mirovekî aştîxwaz e. Jinan xwestin, tecrîda li Îmraliyê were rakirin û veger li muzakereyên aştiyê bê kirin.

BONN

Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Sara, li bajarê Bonn ê Elmanyayê di 14 û 15'ê Sibatê de jinên Kurd standa agahdarkirinê vekirin û ji bo azadiya Ocalan û şermezarkirina komploya navneteweyî belavok belav kirin. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Bonnê, destek da çalakiyê.

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, bi armanca şermezarkirina komployê çalakiyek hat lidarxistin. Çalakî bi pêşengiya YJK-E Hessen û meclîsên li eyaletê pêk hat û li ber Konsolosxaneya Amerîkayê hat lidarxistin. Li ser navê YJK-E li vir axaftin hat kirin û hat gotin, komploker wê ti carî bi ser nekevin.

Qiseker got, "Hêzên komploker, ji bo berjewendiyên xwe yên aboriyê û şer ên qirêj xwestin, Rêberê me tine bikin û tevgera me ya azadiyê ji holê rakin" û da zanîn, ku gelê Kurd bi têkoşîn û berxwedana xwe pêşî li van hesabên qirêj girtiye.

GOTEBORG

Li ser banga Komeleya Jinê ya Sema, Kurdistanî û dostên wan li navenda bajarê Goteborg ê Swêdê li hev civiyan, bi meşaleyan çalakiyek lidar xistin û komploya navneteweyî şermezar kirin.

Kurdistanî û dostên wan pankarta bi nivîsa "Di salvegera 18. de em komploya li Ocalan hatiye kirin şermezar dikin. Azadî ji Ocalan re" vekirin û ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqeyek rêz girtin. Piştre dirûşma "Hûn nikarin roja me tarî bikin" hat qîrîn.

Li vir axaftin hat kirin û di serî de DYA hemû dewletê tevlî komployê bûn hatin şermezarkirin. Bang li Yekîtiya ewropa û hikûmeta Swêdê hat kirin, ku ji bo azadiya Ocalan bikevin nava liv û tevgerê.

Çalakgeran gelek belavok belav kirin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Ocalan gel e, gel li vir e" û "Bê Serok jiyan nabe" qîriyan.