Jina ku hevjînê wê ji wesayîtê avêtibû xwarê jiyana xwe ji dest da

Hat ragihandin ku jina xelkê Pîranşarê ku beriya niha 13 rojan ji aliyê hevjînê xwe ji wesayîtê hatibû avêtin û ji ber wê rakiribûn nexweşxaneyê, îro jiyana xwe ji dest da.

Çavkaniyên xwecihî diyarkirin ku jina ji Pîranşar a Rojhilatê Kurdistanê yê bi navê Gulale Dehar ku beriya niha di dema bi hevjînê xwe re diçûn seyranê, ji aliyê hevjînê xwe ve li nêzî bajarê Erdebîl a parêzgeha Azerbaycana Rojhilat ji wesayîtê hatiye avêtin. Di encamê de bi giranî birîndar bûye.

Welatiyên herêmê Gulale rakirine nexweşxanê û piştî 13 rojan ji ber giranbûna birîna wê duh li nexweşxanê jiyana xwe ji dest daye.

Hate fêrbûn ku malbata Gulale têkildarê wê rewşê li hemberî hevjînê wê de doz vekirine, lê heya niha kesê navborî nehatiye destgîrkirin.