'Jin wê di 13'ê Nîsanê de bi şiyara NA dakevin qadan'

Tevgera Jinên Azad-TJA, bang li jinan kir ku roja 13'ê Nîsanê li her qada jiyanê dengê 'NA' bilind bikin.

TJA'yê daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir, ku ji bo dengê NA û serketina mezin, divê ew karê xwe bidomînin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, dewlet û hikûmetê hemû derfetên xwe ji bo kampanya erê seferber kirine û bicihkirina sindoqan li gundê cerdevanan, bi rengekî nehiqûqî, wezîfedarkirina AKP'yiyan li ser sindoqan weke çend ji mînakên vê yekê hate nîşandan.

TJA'yê diyar kir, tevgerên demokratîk û partiyên ji bo kampanya NA dixebitin, weke terorîst tên îlankirin û tevî vê yekê bi rêya rojevên sûnî hewl tê dayîn faşîzm bê sorkirin û bi vî awayî dengê erê bê zêdekirin.

Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser sansura li ser çapemeniyê, pêla girtin û binçavkirinan û hat gotin, "Di nava van şert û mercên newekhev de, Rewşa Awarte tenê li ser civak û jinên ku dibêjin NA, heye."

TJA'yê destnîşan kir, tevî vê yekê jî ew bi biryardarî, bawerî û kelecaneke mezin kampanya xw eya NA dimeşînin û wiha dewam kir: "Jinan bi redkirinê dest bi lêgerîna xwe ya azadiyê û têkoşîna rastiyê kirin. Em li ber hemû polîtîkayên sîstema serdestiya mêr rabûn, radibin. Yanî qîrîna me ya destpêkê NA bû. Li dijî sîstema bi serdestiya mêr, em bi salan bi şiyara 'NA tê wateya NA' têkoşiyan. Keda mezin, watedar û fedakar a jinan di çarçoveya kampanyayê de ji bo zêdekirina dengê NA didin, hêjayî pesindayînê ye. Bi bîr û baweriya serketinê, em ê dengên xwe yên NA bi serketineke mezin tacîdar bikin. Divê em bi vê baweriyê xebatên xwe bidomînin.

Weke jinên endamên TJA'yê em bang li hemû jinan dikin ku bi şiyara 'JIN BI HEV RE DIBÊJIN NA' di 13'ê Nîsanê de li her devera Kurdistan û Tirkiyeyê, li mal, kar, kolan, dibistan û li her qada jiyanê dengê NA bilind bikin."