Jin wê 8’ê Kanûnê Vîkîpediyê desteser bikin!

Jin wê 8’ê Kanûnê Vîkîpediyê desteser bikin.

Profîlên Vîkîpediyayê ji sedî 17 jin in û rêjeya edîtorên jin ên Vîkîpediyayê jî di bin ji sedî 30’an de ye.

BBC, ji bo karibe vê newekheviyê hevseng bike û înternetê ji cinsiyetparêziyê hinekî rizgar bike, bi 15 aktîvîteyên li 13 welatan hevkariyê bi koma Vîkîpediyayê re dike.

Edîtorên jin ên ku bi gelek zimanên profîlên jinên cuda dinivîsin, hedef dikin ku wisa jî vê cudakariya cinsî ya li Vîkîpediyayê kêm bikin.

BBC Tirkî jî wê bi aktîvîteya li Stenbolê pêşî li profîlên jinên li Tirkiyeyê veke ku bikevin Vîkîpediyayê.

Wê her kes bikaribe bi vekirina hesabekî ve tevkariyê bi zêdekirina profîlên jin bike.