Jin ji bo mafên xwe bînin bîra Trûmp meşiyan

Bi mîlyonan jinên li Amerîka û gelemperiya cîhanê, ji bo dengê jinê bidin bihîstin û mafên xwe bînin bîra Serokê nû yê DYA, daketin kolanan.

Serokê nû yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) roja Înê sond xwar û bi rengekî fermî dest bi wezîfeyê kir. Bi mîlyonan jinên li Amerîka û gelemperiya cîhanê, ji bo dengê jinê bidin bihîstin û mafên xwe bînin bîra Serokê nû yê DYA, daketin kolanan.

Bi navê Meşa Jinê (Women's March), li gelemperiya DYA meş hatin lidarxistin. Meşa li paytext Washîngtonê bi beşdariya zêdeyî 250 hezar kesî pêk hat. Li Los Angelesê 750 hezar kes tevlî bûn. Li gorî amadekaran li Chîcagoyê 250 hezar kes meşiyan.

Ji bo piştgirî ji meşên li DYA re bê dayîn, li gelek parzemînan bi taybetî li Ewropayê jî meş hatin organîzekirin.

Ji ber gotinên Trûmp ên li dijî jinan, ku di dema kampanya hilbijartinê de eşkere kir, ev meşên jinan veguherîn xwepêşandanên li dijî Trûmp.