Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Jin ji bo aştiyê li Wanê derdikevin qadan

Pêkhateyên KJA ya Wanê diyar kirin ku bi dirûşma, "Dengê jinê wê şer bêdeng bike” wê derketin qadan.

Pêkhateyên KJA ya Wanê diyar kirin ku bi dirûşma, "Dengê jinê wê şer bêdeng bike” derketin qadan.

Di civîna li Avahiya Rêxistina DBP’ê ya Wanê de hat lidarxistin, aktîvîsta KJA Azad Şîmşek, rêveberên Rêxistina DBP’ê ya Wanê Nazmiye Acar, Caziye Dûman, Berfîn Alev Taş û Rêvebera Rêxistina HDP’ê ya Wanê Umran Kûrt beşdar bûn.  

Aktîvîsta KJA  Şîmşek got ku AKP bi polîtîkaya pêk tîne welêt veguherandiya qadeke bi xwîn.

Şîmşek wiha dewam kir: “Em ê dengê aştiyê bi hev re bilind bikin. Di rojên pêşiya me de em ê derkevin qadan û aştiyê biqîrin. Cara yekemîn 5’ê Îlona 2015’an roja Şemiyê saet 17.00’an em ê li Avahiya HDP’a Wanê ya li Beşyol daxuyaniya çapemeniyê bidin. Em tevayî gelê xwe dawet dikin.”