BI DÎMEN

Ji jinên Êzîdî, li Berlînê çalakî: Çekên ku we daye PDK’ê li dijî me bikar tînin

Jinên Êzidî bi çalakiya kon a li paytexta Elmanya Berlînê dayîn destpêkirin, êrîşên PDK’ê û AKP’ê yên li ser Şengalê protesto dikin.

 

 

Jinan di çalakiya Berlînê de banga dewleta Elmanyayê kir, çekên ku we dane KDP’ê li dijî me  bi kar tînin.

Êrîşê DAÎŞ’ê li hemberê Şengalê yên ku sala 2014’an dabûn destpêkirin didome, bertekê li dijî KDP û AKP’ê jî didome. Êzîdî û Kurdistaniyên li Ewropayê bi çalakiyan ve êrîşan protesto dikin.

Îro ji aliyê Meclîsa Jinan a Êzdî ya Berlînê li pêşiya avahiya Parlemetoya Federal a li paytexta Elmanya Berlînê çalakiya kon a 5 rojan destpê kir. Wê li konê heta roja Înê vekirî be, belavok bên belavkirin, di serî de parlemetoya Elman wê raya giştî bê agahdarkirin.

Di axaftinê vekirina kon de hate kirin ev bang li dewleta Elmanyayê hate kirin: “Çekên ku we dayî PDK’ê ku ji bo li dijî DAIŞ’ê şer bike li Şengalê li dijî civaka Êzidî bi kar tînin. PKD û AKP bi van çekan êrîşî gelê me dikin. Em daxwaz dikin ku bi lezgîn van bidin rawestandin. Divê Elmanya vê bibîne.”