Ji însîyatîfên jinan ên Mezt û Saînt Avoldê ji bo Ocalan çalakî

Ji aliyê jinên bajarê Metzê û Saînt Avoldê yê hêrema Grand Est ya Fransayi ji bo azadiya Ocalan çalakiyek hatin lidarxistin.

Bi dehan jinên Kurd ên ku li navenda Rue Serpenaîseyê ya bajarê Metzê kom bûn, banga azadiya Ocalan kirin. Jinên ku bi pankartan û alan ve çalakî lidarxsitin, belavokên ji bo girtiyên siyasî û ji bo azadiya Ocalan jî belav kirin.

Jinên ku dirûşmên dijî faşîzma AKP’ê berz kirin, qetilkirina her 3 jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez şermezar kirin. 

Di çalakiya pêşengiya însiyatîfa jînên Metz û Saînt Avoldê dijîn de hat diyarkirin ku wê her Çarşemê di seat 14.00’an de çalakiyê xwe pêş bixin û banga tevlêbûna çalakiyan hate kirin.